Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e 2025-01-24 09:22:21 AMED - Amediyan bertek nîşanî hedefgirtina sivîlan û êrişên li ser Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Divê gel li dijî vê zilmê rabe ser pêyan û bêdeng nemîne." Di êrişên 8’ê Kanûnê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ve heta niha rojnameger, siyasetmedar, hunermend, xebatkarên tenduristiyê, jin û zarok jî di nav de nêzî 50 kes jiyana xwe ji dest dane. Di encama van êrişan de 26 kes li bendava Tişrînê ya ku êriş lê giran bûne hatin qetilkirin û zêdeyî 140 kes jî birîndar bûn. Amediyan bertek nîşanî êrişan dan û diyar kirin ku kurd bi êrişan têk naçin û banga destjêberdeana dijminatiyê kirin.   Ramazan Borucu diyar kir ku desthilata AKP'ê her tim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedefa êrişan û wiha got: "Li Sûriyeyê aramî nîne. Kurd bi şer û mirinê naqedin. Polîtîkaya şer a tê meşandin polîtîkaya şerê qirêj e. Îro li Sûriyeyê li dijî sivîlan şer heye û got: “Divê gel li dijî vê zilmê rabe."   Saadet Gorkemê diyar kir ku ew naxwaze şer biqewime û divê şer bi dawî bibe û got: "Li ku derê şer hebe jin, zarok û kal û pîr tên qetilkirin. Çawa ku demam mesele dibe Xeze, her kes serî hildide û hemû Ewropa deng derdixe, heman tişt divê ji bo Sûriyeyê jî hebe."    Mehmet Alî Îlter diyar kir ku divê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe û got: "Divê gel li hemberî vê rewşê bertek nîşan bide û bêdeng nemîne."   Gulten Esenê anî ziman ku ew ne şer, aştî û biratiyê dixwazin û got: "Em naxwazin mirov û zarok bên qetilkirin. Lê em nikarin vê yekê jî bînin ziman. Eger em tiştekî bibêjin em bi girtinê re rû bi rû dimînin.Lê Tirkiye êdî dizane tengijiye. Lewma êrişî Rojavayê dike. Lê ge rher kes li dijî vî şerî rabe, wê şer dirêj nedome. Di dema Kobanê de tim gotin 'Kobanê ha ket ha ket.' Lê Kobanê neket. Bi heman rengî wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nekeve."    Adil Baymiş diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ne nêzî demokrasiyê ye û got: "Weke ku em ji pêvajoya Kobanê jî dizanin, Erdogan ji bo aştiyê gavên erênî neavêtiye. Tu niyeta wî nîne ku biavêje. Em êrişên hewayî yên Tirkiyeyê şermezar dikin."   'BÊDENG NEMÎNIN'   Suleyman Yildirim da zanîn ku ew şer naxwazin û got: "Kesê mirov be ne şer dike, ne jî şer dixwaze."  Yildirim bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û got: "Divê gel mafên xwe biparêze. Li dijî şer dengê xwe bilind bikin."   Semra Şendur destnîşan kir ku li Sûriyeyê zarok tên qetilkirin û ev yek ji aliyê psîkolojîk ve gelekî bandor li wan kiriye û got: "Divê êdî ev şer bi dawî ibe û xwîn neyê rijandin. Divê gel rabin ser pêyan. Tişta dibe tê serê zarok û jinan."   Ramazan Demîrok diyar kir ku êdî bi şer tu tişt nayê bidestxistin, divê êdî wekhevî û edalet pêk were û got: "Lê mixabin li vî welatî edalet û demokrasî nemaye. Esad bi salan li Sûriyeyê zilm kir, êdî bes e."   MA / Heval Onkol