Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin 2025-01-23 09:50:02 AMED – Di demên dawî zextên li ser rojnamegeran zêde bûn.  Herî dawî rojnameger hatin qetilkirin, 13 rojnameger hatin girtin û der barê 4 rojnamegrean de lêpirsîn hat vekirin. Nûnerên saziyên ragihandinê bertek nîşanî zextan dan û gotin ku dewlet dixwaze hewaya tirsê biafirîne.  Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê kanûnê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi balafireke hewayî ya keşfê hatin qetilkirin. Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikirin, di 22’yê kanûnê de hatibûn girtin. Der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de bi hinceta ku der barê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn de daxuyanî dane de lêpirsîn hat vekirin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû yên di 17'ê çileyê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya "endamtiya rêxistina terorê ne" hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît di 22'ê çileyê de di serdagirtinê de hatibû binçavkirin. Bûyerên di meha dawî de li dijî rojnamegeran pêk hatin, zextên li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê dîsa anî rojevê.   ZEXTÊN LI SER RAGIHANDINÊ     Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) Felat Bozarslan, diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên cidî li ser rojnamegeran tê kirin. Bozarslan anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 95'ê çapemenî di bin kontrola komên nêzî hikûmetê de ye û got li Tirkiyeyê rojnamegeriya azad hema bêje tune ye. Bozarslan bal kişand ku hedefgirtin û kuştina rojnamegerên li qadên şer û dîtina wan weke parçeyekî şer li dijî nirxên exlaqî ne û wiha got: "Zextên ku li ser rojnamegeran tê meşandin binpêkirina mafê jiyanê ye û li gel vê jî astengkirina mafên gel a agahî wergirtinê.  Ev rewş nayê qebûlkirin ku rojnameger bi awayekî bêalî rastiyan ji raya giştî re ragihînin. Ji ber vê yekê bang dikim ku divê ji bo ewlehiya canê rojnamegeran baldar tevbigerin.”    ‘AZADIYA RAGIHANDINÊ WEK DI BÎREKE BÊ BINÎ DE YE’   Bozarslan destnîşan kir ku rojnamegerî pîşeyeke pir girîng e û wiha got: "Rojnamegerî pîşeyeke wisa ye ku mirov kameraya rojnamegeran asteng bike çavê dinyayê tê girtin. Ger mîkrofona rojnamegeran bigire mirov guhên dinyayê digire. Wê demê jî tu kes nikare rastiyan hîn bibe. Her rastiya ku li dinyayê diqewime hîn bibin, mixabin îro em digihîjin wê qonaxê. Yên ku ji bihîstina rastiyê aciz dibin rojnamegeran hedef digirin û dixwazin wan tasfiye bikin. Li Tirkiyeyê azadiya ragihandinê wek di bîreke bê binî de ye. Bi taybetî di 10 salên dawî de ev zext bi lez û bez dewam dikin. Ji bo nûçe û malperên ku li gorî nêrînên hikûmetê tevnagerin asteng dikin. Ev rewş ji bo me tabloya şermê ye.”   Bozarslan da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek rojnameger hatin qetilkirin û girtin û wiha got: "Dema em li dosyayên rojnamegerên girtî mêze dikin, nûçeyên ku çêkirine, axaftinên bi çavkaniyên nûçeyan re an jî notên di rojeva xwe de girtine lêkolîn dikin wekî hincet têne binavkirin.  Ev tê wê wateyê: 'Eger hûn wek min tevnegerin, ez ê we biavêjim girtîgehê.' "Ev hewaya tirsê ye. Ev hewaya tirsê nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye."   LI DIJÎ ZEXTAN BANGA PIŞTEVANIYÊ       Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê Selman Çîçek têkildarî zextên li dijî rojnamegeran diyar kir ku her roj li dijî malperên nûçeyan dibin şahidê binpêkirina mafan. Çîçek, diyar kir ku sedema bingehîn a zextan ew e ku naxwazin civak bigihêje heqîqetê û destnîşan kir ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî ji ber van sedeman hatine qetilkirin. Çîçek wiha axivî: "Armanca wan ew e ku bi kuştin û girtinê pêşî li rastiyê bigrin, lê bi ser nakevin" Em li ku bin bila bibin, em kesek jî bimînin em ê binivîsin. Di şehadeta Cîhan û Nazim de me hevgirtinek derket holê. Nemaze jî bi saziyên ragihandinê yên navneteweyî re tora hevgirtinê hat avakirin û me ji hemû cîhanê re ragihand ku ev komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ger hevgirtina xwe mezin bikin dê êrîşên dewletê jî vala derbikevin. Ger em bi çêkirina nûçeyan ve heqîqetan bêhtir derxin holê, em ê pênûsa rojnamegeran li erdê nehêlin û bigihînin pêşerojê."   Çîçek bi bîr xist ku ji Apê Musa heta îro gelek rojnameger hatin girtin û qetilkirin û wiha got: "Hê jî zêdeyî 40 hevalên me yên girtî hene, lê me serî netewand, paşve gav neavêt, em hîn xurtir bûn. Ji niha û pê ve ger em nûçeyan û rastiyan bihêztir bigihînin civakê, em ê bi ser bikevin."   ‘DIVÊ HER KES DENG DERXE’     Nûnerê DÎSK'ê yê Basîn Îş'ê yê Amedê Hakki Boltan, diyar kir ku hikûmet bi armanca afirandina medyayeke yekzimanî tevdigere. Boltan bi bîr xist ku ji ber vê yekê rojnameger hatin girtin, binçavkirin û malperên wan hatin astengkirin û wiha got: "Dixwaze rojnamegeran bixe bin kontrola xwe. Lê belê Çapemeniya Azad di bin kontrola kesî de naxebite. Wê nivîsandin û ragihandina heqîqetê bidomînin. Girtina hevalên me sûc e. Karê ku hevalên me dikin sûc nîn e, yên ku wan digirin sûc dikin.”   Boltan xwest ku hemû kes li dijî êrîşên li ser rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.   MA / Heval Onkol