'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’ 2025-01-23 09:37:22 RIHA - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê girêdayî binpêkirinên li Îmraliyê ne." Li gorî daneyên Wezareta Edaletê yên 5’ê Kanûna 2024’an; di 11 mehên ewil ên 2024’an de 709 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan jî bi sedema “nebaşhalî”yê hatin astengkirin. Binpêkirinên giran ên mafên mirovan, di rapora Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwararan re ya Medê (MED TUHAD-FED) ya di 2’yê Çileyê de jî cih girtin. Di raporê de hat gotin ku sedema bingehîn a van binpêkirinan neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku sedema esasî ya binpêkirina mafan a li girtîgehan, encama tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku binpêkirin bi awayekî sîstematîk tên kirin û ev tişt anî ziman: “Yek ji van jî nahêlin girtiyên nexweş mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin. Ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev û kelemçekirinê, naxwazin biçin nexweşxaneyan. Me di vê mijarê de bi girtîgehan re hevdîtin kir lê encamek jê derneket. Dibêjin ku ji sewqan cendirma berpirsyar in û îdiaya ‘tevdîra ewlehiyê’ dikin.”      Ayşe Şehrîban Demîrel, anî ziman ku Saziyên Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş tehliye nebin bi roleke neyînî dilîzin û neberdana girtiyê nexweş Fevzî Aslan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Edeneyê tê ragirtin weke mînak nîşan da. Ayşe Şehrîban Demîrel, bi domdarî qala Lijneya Îdare û Çavdêriyê kir û wiha got: “Ev lijneye bi biryarên keyfî tehliyeyan asteng dikin û înfazan dirêj dikin. Ev jî binpêkirineke giran e.”    GIRTÎGEHA SÎNCANÊ BÛYE GIRTÎGEHA PÎLOT   Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku ji hêla binpêkirinên mafan ên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîgeheke pîlot e û wiha pê de çû: “Ji sala 2021’ê roja ev lijneye ketiye meriyetê heta niha tu girtiyên jin nekarîn li vê girtîgehê mafê tehliyeya bişert bi kar bînin. Ev lijneye nirxandinên bêalî nakin. Pirsên dadgeh jî nakin dipirsin û dixwazin girtiyan neçarî bersivên cuda bikin. Pirsên weke ‘PKK rêxistina terorê ye yan na?’, ‘Ji bo Abdullah Ocalan çi difikirî?’! tên kirin. Her wiha dipirsin bê piştî girtîgehê dê li derve çi bike. Bi van sedeman jî tehliyeya girtiyan taloq dikin. Li Rihayê jî heman rewş heye.”    'CEZAYÊN DISIPLÎNÊ’   Bi domdarî Ayşe Şehrîban Demîrel got ku cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin jî weke hinceta astengkirina tehliyeya bişert tên nîşandan û wiha axivî: “’Gerandina govendê’, ‘pirtûkên îdareyê dixwest nexwendiye’ û hwd. weke hinceta cezayê disiplînê tên nîşandan. Pirtûkên şexsî yên girtiyan weke ‘dokumanên rêxistinê’ tên nîşandan û lêpirsînên disiplînê tên vekirin. Weke hinceta taloqkirina tehliyeyê tên nîşandan. Gelek caran ji ber van cezayên disiplînê înfaza wan tê şewitandin. Serlêdanên li dijî vê tên kirin jî bêencam dimîninin. Ev yek nîşanî me dide ku ev lijneye li dijî girtiyên siyasî di nava hewldaneke cuda de ne.”    'BINPÊKIRINAN ELEQEYA XWE BI TECRÎDÊ RE HENE’    Ayşe Şehrîban Demîrel, daxuyand ku van binpêkirinan tevekan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hene û got: “Girtîgehên bi tîpa F S û Y’ê ji bo girankirina tecrîdê hatine avakirin. Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê girêdayî konjonktura siyasî ye. Em dizanin ku piştî anîna birêz Abdullah Ocalan, girtîgehên Tîpa F hatin avakirin û girtiyên siyasî û Kurd hedef hatin girtin. Îcar jî yên tîpa S û Y’yê hatin avakirin. Ji bo astengkirina van girtîgehan divê bertek were nîşandan û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. Em jî dê bi daneyên xwe serlêdanan bikin. Mirov dikare bibêje binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê yekser eleqeya xwe bi Îmraliyê re heye. Tirkiye bi hiqûqa xwe jî nake. Birêz Abdullah Ocalan hêj jî tecrîdkirî ye û hiqûqeke cuda li wir di dewrê de ye. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin. Divê raya giştî û saziyên demokratîk bertekên cidî nîşan bidin. Divê mekanîzmayên navneteweyî jî li dijî vê rewşê peywirên xwe bicih bînin.”    MA / Ceylan Şahînlî