‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe' 2025-01-23 09:10:35 ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bang li her kesî kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi berpirsyarî rabin, destnîşan kirin ku divê ziman û pratîka desthilata AKP'ê li gorî pêvajoyê biguhere. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî deklarasyona ji 7 xalan pêkhatî a ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve piştî hevdîtinê hat belavkirin, gengeşeyên destpêkirin didomin.    Piştî hevdîtinên bi partiyên ku di Meclisê de komên wan hene, şande duh careke din çû Îmraliyê.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi salan e li Êlihê têdikoşin, bang li gelê kurd kirin ku di hevdîtinên ku tên kirin de hişyar bin.   ‘DIVÊ HAY JI ZIMANÊ XWE Û PRATÎKA XWE HEBIN'   Taybet Kayiyê diyar kir ku gelê kurd aştiyeke birûmet dixwaze û got ku di dema muzakereyan de helwesta rêveberiya AKP'ê ne rast bûye. Taybet Kayiyê anî ziman ku herî zêde dayik ji pêvajoyên pevçûnan bandor dibin û got: “Divê Erdogan di aştiyê de cidî be. Bi gotineke din, hem daxwaza aştiyê û hem jî qetilkirina mirovan nîşaneya nêzîkatiya wan a li aştiyê ye. Divê ev nêzîkatiya hovane bi dawî bibe. Îro dinya ye, sibe axret e, kî qetlîamê bike dê li axretê hesab bide. Yên ku berdêla aştiyê didin baş dizanin ku aştî tê çi wateyê. Yên ku şer dîtine qîmeta aştiyê dizanin."   Taybet Kayiyê bal kişand ser qetlîamên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên didomin û wiha got: “Ketina axa kurdan û li wir qetilkirina wan dijminatiyeke çawa ye! Kurdên li wir çi bi te kirine? Kurd li wir li ser axa xwe jiyana xwe didomînin. Lê hûn wan bi awayekî hovane qetil dikin. Her tim êrişî Rojavayê dikin. Ev têgihîştina pêvajoyeke çawa ye? Xelkê li wir paşve gav navêjin. Heta kesên di ambulansê de qetil kirin. Lêbelê, tu êrişan wan bi ser neketin. Tişrîn bi ser ket, gelê kurd bi ser ket. Ger Erdogan dixwaze pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe, bila girîngiyê bide ziman û pratîkên xwe. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin."   ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN Û GEL BIGIHÊN HEV'   Fatma Kaptanê got: “Dê û bavê pitika 7 mehî hatin qetilkirin. Kurd her roj tên qetilkirin, binçavkirin û girtin. Heya ku birêz Ocalan azad nebe û li derve muzakere neyên kirin dê pêvajo çawa bimeşe? Ez wekî dayikekê dipirsim. Bila zelal bin. Gelê kurd di aştiyeke zelal û bi rûmet de israr dike. Divê pêvajoya hevdîtina bi birêz Ocalan a bi gelê kurd re were nîqaşkirin. Pêwîst e rê li ber vê bê vekirin. Em pêvajoya bi vî rengî tê meşandin qebûl nakin. Bila desthilat cidî be. Tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome. Ma pêvajoyek wisa heye? Erdogan dê heta kêliya dawî kurdan bixapîne. Ji bo pêkanîna aştiyê em ê gavan bavêjin. Dewletek heye ku gelê kurd gelek caran xapandiye. Divê em li hember vê hişyar bin. Hunermendê girîng ê gelê kurd Bavê Teyar û gelek kesên din qetil kirin. Gelê kurd ne wekî berê ye, çi bikin jî nikarin wî bixapînin. Çi dibe bila bibe em ê aştiya birûmet ava bikin."   Nûran Seçkînê jî destnîşan kir ku divê her kes di çareseriya pirsgirêka kurd de berpirsyariyê bigire ser milê xwe û got ku divê saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Nûran Seçkînê bal kişand ku cîhan ji aliyê hêzên emperyalîst ve veguheriye qada şer û got: “Di şer de serketî tune, di aştiyê de serketî heye. Xwestina aştiyê ne nîşaneya qelsiyê ye, berovajî vê nîşana hêzbûnê ye. Werin em bi hev re aştiyeke birûmet ava bikin. Bila emperyalîst bi ser nekevin, bila baronên şer bi ser nekevin. Bila gel bi ser bikeve. Ger gelê kurd di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe pêk bîne, wê kes newêribe êrişî wan bike. Birêz Ocalan di azadiya hemû gelan de israr dike, ne azadiya xwe. Ji bo afirandina pêvajoyeke ku hemû gelan dihewîne dixebite. Ji destê kê çi tê bila bike, bila ji bo avakirina aştiyê bixebite."   MA / Fethî Balaman