Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin 2025-01-22 14:30:33 WAN - Li rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hate destpêkirin.  Li ser daxwaza Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşanên Kurdistanî Îran, Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îran, Komeleya Zehetmkêşana Kurdistan û Komeleya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Komunista Îranê yên ku partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ne, li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî îro li seranserî bajarên rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat destpêkirin.   Her wiha çalakvan, azadîxwaz, malbatên girtiyên siyasî û qurbaniyên serhildana ‘jin jiyan azadî’, xwendekar û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê yê her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dikin.   Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.