Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne 2025-01-22 13:27:52 MÊRSÎN - Jinên ku tev li çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bûn wiha gotin: “Qeyûm rewa nîne, qeyûm xesp e.” Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 13’an de didome. Bi piştevaniya endamên Platforma Jinan a Mêrsînê li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin qeyûm naxwazin” hate hilgirtin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşmên “Qeyûm dê biçin jin dê bimînin”, “Bijî piştevaniya jinan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin bi hev re bihêz in”, “Jin, jiyan, azadî” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Akdenîzê Nizar Esen sersaxî ji malbatên kesên duh li Boluyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin xwest. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî bal kişand ser rewşa Furkan Ozen ê duh ji hêla polîsan ve hatiye îşkencekirin. Bedriye Kuş, ji ber piştevaniyê spasiya jinan kir.    'QEYÛM XESP E, ÊRIŞ E’   Ji Platforma Jinan a Mêrsînê Guneş Dogdu diyar kir ku qeyûm li dijî jina ye û ev tişt anî ziman: “Qeyûm rewa nîne, qeyûm xesp e. Êrişeke li dijî vîna milyonan kesan, îradeya jinan û destkeftiyên wan e. Dorpêçkirina avahiya şaredariyê nîşaneya vê ye. Qeyûm, ji polîtîkayên dijminatiya jinan a îktîdarê cuda nînin. Weke karê ewil êrişî destkeftiyên jinan dikin. Xeta tundiyê ya li dijî tundiya ser jinê hatiye avakirin girt û jin bêparastin hiştin. Qeyûm, êrişeke li dijî nûnertiya jinê ye.”    Bi domdarî Guneş Dogdu ev tişt anî ziman: “Ev îktîdara dijminatiyê li gelê xwe dike, bi rêya qeyûman vîn û destkeftiyên me xesp dike. Weke jinan em ê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman û dijminên jinan bidomînin. Dê ev qeyûmên maf û destkeftiyên me xesp dike bicehime biçe. Em li dijî qeyûman têkoşîna xwe ya femînîst mezin dikin.”    'DIVÊ REJÎMA YEKZILAMÎ BÊ HILWEŞANDIN’   Serokê Partiya Çep ê Mêrsînê Çagdaş Ari jî bal kişand ser şewata li Boluyê û wiha got: “Li şûna qeyûman tayînî şaredariyan bikin, bila qeyûm tayînî Wezareta Turîzmê bikin. Ev rejîma yekzilamî li ser jiyana me tevan xetere ye. Heke em ji vê rejîmê re nebêjin bes e, heke em ji girtin û tayînkirinên keyfî re nebêjin bes e, mixabin em ê êşên mezintir bijîn.”    Ji HDK'ê Harun Çakmak jî got ku dê berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar bibe. Çakmak, ji bo kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” jî bang kir.    Nobet, bi çalakiya rûniştinê û bi gotina stranên Kurdî domiya.