Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin 2025-01-21 16:09:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên rojhilatî ji bo greva giştî ku dê sibe li dijî îdamê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Girtiyên Siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo greva giştî ya ku wê sibe li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bê lidarxistin, kirin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew piştgiriya banga greva giştî ya ku wê sibe li Rojhilatê Kurdistanê pêk were dikin.   Di daxuyaniyê de bang li welatiyên rojhilatê Kurdistanê hat kirin ku bi yekgirtî tev li greva giştî bibin û bersivek xurt bidin hikûmeta Îranê.   Duh hizb û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (Sibe 22 Çile) li rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Tê payîn sibe li tevahî rojhilatê Kurdistanê jiyan raweste û xelk bikeve greva giştî. Armanca sereke ya greva giştî, rawestandina darvekirinan, bi taybet jî hilweşandina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ye.