ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN 2025-01-21 09:00:50   * Piştî "Qanûna Komkujiyê" tundiya li hemberî heywanan û kuştina wan zêde bû. Têkoşîna parêzvanên mafên mirovan a li dijî vê jî didome.   * Welatiyan diyar kirin ku baweriya wan bi gotinên îktîdarê yên têkildarî pirsgirêka Kurd nayê û gotin: “Ji bo aştiyê divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”    * Ne Şaxa TEM’ê ne Şaxa Ewlehiyê ne jî Maseya Komeleyan serdegirtina Komeleya Wêjekarên Kurd li xwe negirtin. Hevserokê Komeleyê Rêdûr Dîjle, got: “Ev rewş nîşan dide ku serdegirtin hiqûqî nîne û serdegirtineke korsan e.”    * Komeleya Wêjekarên Kurd dê têkildarî serdegirtina komeleya xwe li ÎHD’ê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê bidome. (13.00) ZINDΠ   * Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.30)