6 rojnameger hatin girtin 2025-01-20 16:24:20 NAVENDA NÛÇEYAN - 6 rojnamegerên sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin, bi hinceta xebatên pîşeyî hatin girtin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Reyhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên li Stenbolê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatin girtin.   Dozger, bêyî îfadeyên rojnamgeran bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê, ji bo her 6 rojnamegeran jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.    Nûçeyên rojnamegeran çêkirin û bernameyên nîqaşê weke hinceta girtinê hatin nîşandan.     ROJNAMEGER. ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN   Rojnamegeran biryara girtinê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin û bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” protesto kirin. Rojnameger û welatiyên li edliyeyê jî piştgirî dan rojnamegeran.