'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’ 2025-01-16 14:58:50 MÊRSÎN - Parlamenterên DEM Partiyê di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de axivîn û wiha gotin: “Qeyûm ji ku hatibe dê gel dîsa wî bişîne wê derê.”  Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê di roja 7’an de didomin. Bi tevlibûna parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya Şaredariya Akdenîzê ya dorpêçkirî daxuyanî hate dayin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş di çalakiyê de wiha got: “Gel li derve ye, xespkar li hundir in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Berîqetên li pêşiya şaredariyê, dîmenê herî zelal ê xespê ye. Heta hevşaredar û endamên meclisê dîsa li karê xwe vedigerin dê berxwedana me bidome.”    'QEYÛM JI KU HATIBE DÊ DÎSA VEGER WIR’    Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan jî bal kişand ser dorpêça li ser şaredariyê û ev tişt anî ziman: “Dîmenê li pêşiya me, dîmenê faşîzmê ye. Îradeya gelê Kurd dîsa hate xespkirin. Bila kesek bo me qala biratiyê neke ji ber ku tiştên tên kirin ne li gorî biratiyê ne. Gelê Kurd tu caran li ber we serî netewand û dê netewîne. Bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Bi xespkirina şaredariyê re ne tenê îradeya gelê Kurd, ya hemû gelan hate xespkirin. Êrişên ser Kurdan dê bandorê li hemû Tirkiyeyê bikin. Dijminatiya li Kurdan bi her kesî dide windakirin. Dê hevalên me rojekê derkevin û dîsa vegerin ser karê xwe. Dê gel qeyûmên we bişîne wê derê cihê jê hatiye. Em ê bi ser kevin.”   'VÎ GELÎ SERÎ LI BER WE NETEWAND’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî wiha got: “We di salên 90’î de bi darê zorê gund vala kirin û we got qey dê gel asîmîle bikin. Lê hûn bi ser neketin. Mêrsîn mînaka vê ye. Hûn nikarin vî gelî tune bikin. Her kesên dixwazin li Rojhilata Navîn siyasetê bikin, bi Kurdan re di nava pêwendiyan de ne. Heke hûn êrişî vî gelî bikin, hûn nikarin encamekî bi dest bixin. Ji 1’ê Cotmehê ve çendek gav tên avêtin. Lê li rexa din êrişî Rojava dikin û qeyûman tayîn dikin. Ev jî nîşan dide ku hûn jidil nînin. Vî gelî li ber we serî netewand û dê netewîne. Qeyûmên xwe paşve bikişînin û hevşaredarên gel bila dîsa vegerin ser karê xwe.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Welatiyan gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî" berz kirin.