Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê 2025-01-16 12:52:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî êrişan li Bendava Tişrînê nobetê digirin, wiha gotin: “Ev bendav a Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê ye. Em ê rê nedin dagirkeriyê.”  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê heta niha bênavber didomin. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ji 8’ê Kanûnê heta niha jî ji hewayî û bejahî ve êrişî Bendava Tişrînê dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivê dide van êrişan.    NOBET DI ROJA 9’EMÎN DE DIDOME   Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser, bi hezaran kes di 8’ê Çileyê de ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Firatê berê xwe dan Bendava Tişrînê û nobet dan destpêkirin. Dewleta tirk welatî bombebaran kir. Di êrişên heta niha de 8 welatî hatin qetilkirin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn. Çalakiya nobetê ya gel di roja 9’emîn de didome.    Jinên beşdarî nobetê bûn, biryardarî û têkoşîna xwe ji ANHA’yê re vegotin.    ‘BENDAV A ME YE’   Salî Esaf anî ziman ku bendav a wan e, ew dest jê bernadin û got: “Em wek jinên Kurd û Ereb li vir berxwedana şervanên HSD’ê jî silav dikin. Ev 7 sal e piştî rizgarkirina herêma me di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Me hemû mafên xwe bi dest xistine, em ê heta dawiyê li ser pêyan bin.”    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Barîn Memo da zanîn ku ew bi têkoşîna gel, israr û îradeya wan a parastina bendavê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dûrî herêmên xwe dixin. Necla El Îsa jî destnîşan kir ku Bendava Tişrînê jêdera av û kehrebeyê ye ji bo herêmê, ew li wir parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin û got: “Em ê her di nava berxwedanê de bin.”   Leyla El Ebid diyar kir ku ew û şêniyên herêmê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker di nobedariyê de ne. Mecida El Hisên jî got: “Ji ser bendava berxwedanê, bendava sûriyeyiyan ku bi destê sûriyeyiyan hatiye avakirin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em rê nadin ku dagirkerî vê bendavê xirab û dagir bike.”