'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’ 2025-01-16 10:21:18 ENQERE - Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û wiha got: “Ji bo muxalefet xwedî li vê pêvajoyê derkeve û mercên çareseriyê amade bike, divê têbikoşe.”  Akademîsyena Aştiyê û siyasetzan Yasemîn Ozgun têkildarî peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê re bi raya giştî re parve kiribû û nîqaşên ser pêvajoya heyî axivî. Yasemîn Ozgun diyar kir ku serkeftina pêvajoyê girêdayî têkoşîna aştiyê ya çalak e.    Yasemîn Ozgun, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan pêşiya pêkvejiyaneke demokratîk a Tirk û Kurdan vedike û wiha got: “Di serî de qala pêvajoyeke demokratîk tê kirin. Divê ji bo gelên Tirkiyeyê pergaleke ku demokrasî rast û durist lê rûniştî were avakirin. Ya duyemîn jî divê Meclis çalak be. Ne bi şêweyê heyî, em qala Mecliseke ku hemû partiyên siyasî û hemû nêrîn tê de cih digirin dikin. DYA, Îsraîl û emperyalîstên rojavayê pirsgirêka li Sûriyeyê dixitimînin. Li dijî vê gelên herêmê dikarin bi hev re çareseriyekê pêş bixin û bêhtir derkeve pêş. Ez, weke nîşaneya vê dibînim.    Dema em li pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinêrin, danîna çekan bi tena serê xwe nabe çareserî. Tevî gelek gavên demokratîkbûnê, divê şert û mercên ku Kurd jî bibin hemwelatiyên wekhev û azad bên avakirin. Nexwe ji bo pêvajoyê berdana çekan dê kêm bimîne. Ji ewil divê mercên aştiyeke adilane, eşkere û mayinde bên avakirin.”    'DIVÊ JIN JÎ DI PÊVAJOYÊ DE ÇALAK BIN’     Bi domdarî Yasemîn Ozgun bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û ev tişt anî ziman: “Em dibêjin ku şer herî zêde bandorê li jinan dike. Lewma divê jin di pêvajoyên çareserî û muzakereyên aştiyê de xwedî roleke çalak bin, divê bikarin daxwaz û gotinên xwe bibêjin. Divê zemîna vê bê amadekirin.”    'NABE KU PÊVAJOYÊ GIRÊDAYÎ BERDANA ÇEKAN BIKIN’    Yasemîn Ozgun, destnîşan kir ku nabe pêvajoyê tenê bi berdana çekan re bisînor bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta Meclis û partiyên siyasî tev li mijarê nebin, israra ji bo berdana çekan dê bi xwe re çareseriyê pêş nexe. Dema em li pêvajoya heta niha dinêrin, zêde pêbawer nayê. Di tişta jê re dibêjin muzakere de daxwazên her du aliyan tên bicihanîn. Dema em li pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinêrin, pêvajo yekalî pêş nakevin.”    'HEWCEYA GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVÊTIN’    Di berdewamê de Yasemîn Ozgun anî ziman ku kesên daxwaza azadî û aştiyê dikin, kesên li mafên xwe digerin niha di girtîgehê de ne û wiha pê de çû: “Heta bêhiqûqtî ji holê neyê rakirin aştî û demokrasî nabe. Her gava ji bo aştiyê tê avêtin girîng e û biqîmet e lê divê gavên demokratîk bên avêtin. Li rexekî qeyûm tên tayînkirin, li rexekî şaredar ji peywirê tên girtin, li rexa din daxwaza aştiyê tê kirin. Ev, nakokî ye. Ji bo pêvajoyeke rast û durist, divê gavên çêker bên avêtin. Girtiyên nexweş rastî pirsgirêkên cidî tên, dijhiqûqî li wan tê kirin. Xelk bi hincetên vala ji azadiya xwe bêpar dimînin. Ev, pirsgirêkên cidî ne. Heta ev pirsgirêk neyên çareserkirin aştî jî nabe.”    'DIVÊ ŞANDE BI DERDORÊN CIVAKÊ RE JÎ HEVDÎTINAN BIKE’    Yasemîn Ozgun, got ku divê Şandeya Îmraliyê bi gelek derdorên civakê re jî hevdîtinan bike û ev tişt anî ziman: “Heke hemû derdor aştiyê daxwaz bikin ev pêvajo dikare bidome. Nexwe bi lihevkirina 2-3 nêrînan nabe. Em qala pêvajoyeke 40 salan dikin. Hêsan nîne. Ji bo aştî civakî bibe, divê gavên hewce bên avêtin. Ji bo vê jî divê kedkar, jin, rêxistinên civakî jî di pêvajoyê de cih bigirin.”    'ÎKTÎDAR DIVÊ BAWERIYÊ BIDE’   Yasemîn Ozgun, daxuyand ku divê îktîdar di nava pêvajoyê de baweriyê bide civakê û got: “Divê dev ji tayînkirina qeyûman, zextan berde. Qet nebe divê gavên demokratîk biavêje, ji bo bidawîkirina bêhiqûqtiyan gavan biavêje. Ev dê gavên erênî bin.”    'AŞTÎ TÊKOŞÎN E’   Yasemîn Ozgun, got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha çendek gav hatine avêtin lê muxalefetê di asta tê xwestin de piştgiriyê nade û axaftina xwe wiha qedand: “Muxalefet ji bo xwedî li vê pêvajoyê derkeve û mercên çareseriyê amade bike, hewceye têbikoşe. Aştî, têkoşîn e. Dibe ku hûn sekn û nêrînên heyî neecibînin lê bi têkoşînê dikare were guherandin. Bi gotina ‘min kir û bû’ nabe. Divê îktîdar û muxalefet ji bo Tirkiyeyeke demokratîktir bêhtir têbikoşe.”    MA / Enes Beyaz