Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin 2025-01-15 15:21:34   ENQERE - OHD’ê di rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de got ku miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2024’an de li girtîgehên li herêma Anatoliyaya Navîn hatine kirin, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hate dayin û endama OHD’ê parêzer Sîdal Bayrak rapor xwend.    Sîdal Bayrak, wiha got: “Di serî de sepanên tecrîdê, îşkence û miameleya xerab tê kirin, girtî tên sirgunkirin, bi keyfî cezayên disiplînê lê tên birîn, girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên berdan, mafê tenduristiyê tê astengkirin û lijne bi keyfî tehliyeyên girtiyan asteng dikin.”    ŞERT Û MERCÊN NEBIHÎJYEN   Sîdal Bayrak, da zanîn ku rapora xwe piştî serdanên 16 girtîgehên li Enqere, Kirşehîr, Yozgat, Çorum, Eskîşehîr, Kirikkale, Afyon û Karabukê û li gorî agahiyên girtî û malbatên wan dane, amade kirine. Sîdal Bayrak, wiha domand: “Girtiyên nexweş tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayên berdan. Ev binpêkirina sere ye. Mafê tedawiyê û tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Her wiha li girtiyan hatiye ferzkirin ku emeliyatên jiyanî di şert û mercên ji hêla hîjyenê ve ne guncav bên kirin. Girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin an jî pir dereng tên kirin. Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî tê kirin û mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Veguhestina bi wesayîtên rîngê ku şert û mercên wan bitendurist nînin û nebaşin, lêgerîna nava dev, di dema sewqkirinê de kelemçekirina destan, di dema muayeneyê de kelemçekirina destan, lêgerîna tazî, lêgerîna bi hûr û kûr, ragirtina girtiyan a di odeyên nebitendurist ên li nexweşxaneyê çendek sepanên binpêkirina mafê tenduristiyê yên girtiyan in.”    BINPÊKIRINÊN MAFÊN GIRTIYAN   Bi domdarî Sîdal Bayrak bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê girtî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bicih bînin û wiha got: “Hat tespîtkirin ku girtî ava vexwarinê ya paqij û xurekan peyda bikin. Her wiha sepana tecrîdê ya ku bi awayekî sîstematîk ketiye meriyetê, her ku diçe girantir dibe. Mafên girtiyan ên weke sihbet û hwd tên astengkirin, cezayên hucreyê didin girtiyan, ji fealiyetên sporê bêpar tên hiştin, qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re, cezayên disiplînê û hwd. didomin. Li qadên taybet ên girtiyan kamera hatine bicihkirin, di nîvşevê de bi ser qawîşan de tê girtin û lêgerîn tê kirin û bi awayekî keyfî qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re tên dayin. Pirtûkên bi Kurdî nadin girtiyan an jî 5-6 mehan di bin navê ‘lêkolînê’ de tên sekinandin û nahêlin girtî van pirtûkan peyda bikin. Her wiha nameyên bi Kurdî bi hinceta ‘fikarê’ nayên dayin, mafên pêwendîdanîn, xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê tê astengkirin, mafê xwendina weşanên demkî-domdar ên bi zimanê dayikê tê binpêkirin. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ku veguherîne mekanîzmayên binpêkirina mafan, tehliyeya girtiyan û berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi keyfî û bi hincetên derhiqûqî asteng dike. Hincetên weke malbatên nehatine serdanê, gerandina govendê, poşmannebûn, zêde xwendina pirtûkan, silavdayin û hwd. çendek mînak in ku lijne bi hincetên derhiqûqî û keyfî van biryaran dide.”      ‘CIHÊKARIYEKE ZÊDE HEYE’   Parêzer Alî Şan Şahîn jî got ku bêhiqûqiya li dijî girtiyan piştî sala 2015’an zêde bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên Kurd, çepgir û sosyalîst hêj jî bedela vê derhiqûqtiyê didin. Bi taybet jî cihêkariya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê derketiye lûtkeyê.”