Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş 2025-01-15 10:55:57 AMED - Ayşe Guler ku bavê wê Siddik Guler yek ji girtiyên nexweş e û rewşa wî giran e, wiha got: “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ji roja birine Girtîgeha Îskenderûnê heta niha erebeya wî ya astengdaran jê re nehatiye dayin." Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam in û gelek girtiyên nexweş li benda tehliyeyê ne. Yek ji van girtiyan jî Siddik Guler e. Guler, di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ji ber hincetên siyasî, Guler ji sala 1994’an heta niha girtî ye. Nexweşiyên Guler ên weke hîpertansiyon, dil û romatîzmaya gehikan hene. Guler, ev demeke bêyî daxwaza xwe li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dihat ragirtin. Guler, erebeya astengdaran bi kar tîne û di 12’ê Cotmeha 2024’ê de bi hinceta “tedawî qebûl nekir” dîsa sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate kirin.    Keça Guler, Ayşe Guler di 7’ê Kanûnê de çû serdana bavê xwe. Ayşe Guler, da zanîn ku rewşa bavê wê her ku diçe nebaştir dibe û divê bê berdan.    ‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BICIH BÎNE’   Ayşe Guler, diyar kir ku pêdiviya bavê wê bi sexbêrkirinê heye û nikare di girtîgehê de bimîne. Ayşe Guler, wiha domand: “Bavê min 84 salî ye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Hêj 3 salên wî mane. Nexweşiyên wî pêş ketine û nikare sexbêra xwe bike. Her wiha êdî tişt nayên bîra wî. Nikare bi tena serê xwe bimeşe û pêdiviyên xwe bicih bîne. Hevalên wî jê re dibin alîkar nexwe nikare bi tena serê xwe tu tiştekî bike. Dema tê hevdîtinê jî nikare bi tena serê xwe bê. Hevalên wî dikevin bin çengên wî, jê re dibin alîkar. Di hevdîtina dawî de nedikariya ser kursiyê jî bisekine.”    BAV Û KUR JI HEV CUDA KIRIN   Ayşe Guler, diyar kir ku beriya niha bav û birayê wê li heman girtîgehê diman lê rayedarên girtîgehê ew ji hev cuda kirine. Ayşe Guler, wiha pê de çû: “Birayê min û bavê min salek û nîvan bi hev re man lê ji hev cuda kirin. Diviya bû birayê min niha li cem bavê min bûya. Dê ji bo bavê min baş bûya. Ji ber ku pêdiviya wî bi sexbêrkirinê heye. Cara dawî dema mafê telefonê bi kar anî, hevalê wî jê re bû alîkar. Mafê telefonê nayê bîra wî.”    ‘EREBEYA ASTENGDARAN A BI CEYRANÊ DIXEBITE NADINÊ’    Bi domdarî Ayşe Guler, ev tişt anî ziman: “Bavê min ji bo tedawiyê du mehan birin Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. Bavê min li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bû. Qaşo ji bo tedawiyê biribûn wir lê tiştek nekirin. Bavê min jixwe erebeya astengdaran bi kar tîna û me jî ji girtîgehê berê erebeya astengdaran a bi ceyranê dixebite xwestibû. Wan jî qebûl kiribûn. Lê li Îskenderûnê vê kursiyê nadinê. Parêzeran ji bo vê serlêdan kirin. Parêzeran got ku dozgeriyê daxwaz qebûl kiriye lê li benda rêveberiya girtîgehê ne. Dê kî hesaba vê neheqiyê bide? Bavê min li ber çavên min dihele. Bi hezaran girtiyên nexweş hene û jiyana xwe ji dest didin. Em ditirsin ku yek ji wan jî bibe bavê min. Li girtîgehê hejmara cil û bergan bisînor in. Ji bo em cilan bidin bavê min divê em radestî rêveberiyê bikin lê bavê min ji bîr dike lewma diavêjin sergoyê. Dema em daxwaz dikin jî dibêjin ‘cilên wî hene’ û nadin wî.”    ‘BILA BI QANÛNÊN XWE BIKIN’   Ayşe Guler, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek nexweşiyên bavê min hene lê dîsa jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan. Nexweşiya dil, romatîzmaya gehikan, tansiyon heye. Ji her du çavên xwe jî emeliyat bû. Çavên wî baş nabînin û baş nabihîse. Birin ATK’ê lê encamek jê derneket. Raporê bi parêzerên wî re jî parve nakin. Tenê dibêjin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Gelek girtî di vê rewşê de ne. Divê tavilê bên berdan. Divê ev kes li malên xwe bijîn. Tekane daxwaza me ev e. Banga me ji bo wezaretên edalet û tenduristiyê û li hemû kesên berpirsyar ew e ku destê xwe deynin ser wijdana xwe û çareseriyekê bibînin. Divê nûnerên hemû partiyan biçin girtîgehan û rewşa girtiyan bibînin. Em dixwazin dewlet bi qanûnên xwe bike, berpirsyartiyên xwe pêk bîne. Deriyên wan li me girtî ne.”    MA / Şîrvan Şîlan Çîl