Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî 2025-01-14 14:29:57 ÎZMÎR – Ji bo hunermend Kasim Taşdogan ji ber 3 stranên kurdî bi hinceta ‘progapandaya rêxistinê kiriye’ 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Hunermend Kasim Taşdogan di doza ku der barê wî de bi îdiaya bi stranên kurdî ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Taşdogan ji ber strana "Serhildan jiyan e" ya ku di Newroza 2023'an de li Qersê li dar xistibû û strana "Ronahî-Berîvan" û "Hatîn" a ku li Çanakkaleyê gotibû, hatibû darizandin û piştre beraat bûbû.   20’emîn Dadgeha Giran a Îzmîrê di 19’ê Adara 2024’an de Taşdogan beraet kir. Dozger îtîrazê biryarê kir. 2'yemîn Daîreya Cezayê ya Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê îro ji ber 3 stranan bi giştî 20 meh cezayê girtîgehê birî.   TAŞDOGAN BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DA    Hunermend Taşdogan têkildarî biryara ku der barê wî de hatiye dayîn de axivî û diyar kir ku stranên ku wî gotiye stranên ku bi dehan hunermendan gotiye ye. Taşdogan wiha got: "Derbarê 3 stranan de biryara qedexekirinê nîne. Me bi nameya ku ji saziya qeydê wergirtî ev yek radestî dadgehê kir. Biryara beraetê rewşeke gelekî aşkera bû. Lê em dizanin ku sîstem çawa dixebite. Ev biryar e ji bo pêşerojê biryara qedexeyan e. "   Taşdogan da zanîn ku ev biryar dê morala xwe xirab neke û ji bo hunera xwe baştir pêk bîne dê bêhtir motîve bibe û stranan bibêje.   Taşdogan diyar kir ku dê îtîrazî biryarê bikin.