Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin 2025-01-14 11:07:26 WAN - Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk li gundên Gever-Elbakê 2 kolber binçav kirine. Ji xizmên kolberan Serhat Serbaz Hatemî ku li rojhilatê Kurdistanê dijî, wiha got: “Li ku derê ne, dijîn an najîn hîç haya me jê nîne.”  Operasyona leşkerî ya di 12’ê Çileyê de li herêma çolter ê di navbera Gever a Colemêrgê û Elbakê ya Wanê de hatiye destpêkirin didome. Operasyon, li ser sînorê Îranê hatiye destpêkirin û hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk kolberên bi navên Ferzat Hatemî û Feyyaz Ehmedî binçavkirine. Hat zanîn ku her du kolber ji gundê Koranê yê bajarê Urmiyeyê derbas bûne û hatine binçavkirin.    ‘EM DITIRSIN KU TIŞTEK BI SERÊ WAN HATIBE’   Têkildarî mijarê em bi kekê Ferzat Hatemî yê bi navê Serhat Serbaz Hatemî re axivîn û wiha got: “Birayê min û xizmê me Feyyaz, ji bo debara xwe bazirganiya ser sînor dikin. 3 roj berê hatin herêmê. Sê roj bûn me tu agahî ji wan nedigirt. Em duh hîn bûn ku hatine binçavkirin. Binçavkirina wan em ne ji rayedarên dewletê lê ji şivanên herêmê hîn bûn. Şivanan gotin ku her du jî duh saet derdora 14.00-15.00’ê ji hêla leşkeran ve hatine binçavkirin, li helîkopterê hatine siwarkirin û hatine birin. Tu agahiyên din li ber destê me nînin. Em nizanin ka li ku ne, dijîn an najîn. Em ditirsin ku tiştek bi serê wan hatibe.”