Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket 2025-01-13 08:46:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 265’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Êriş û aştî bi hevre nabin” derket pêşberî xwînerên xwe.  Hejmara 265’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Êriş û aştî bi hevre nabin” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê di manşetê de analîza nivîskar Felemez Ulug derxist pêş û bal kişand ser komên paramîlîter ên ku li Şamê hikûmetê bi rêv dibin û planên wan ên li dijî gelê Kurd. Rojnameyê dîsa di manşetê de cih da nivîsa Nivîskar Medenî Ferho ya li ser dek û dolabên dewletê û xwest Kurd li dijî van lîstikan hişyar û zane tev bigerin.     Rojnameyê di surmanşetê de jî, bi sernavê “Bendava Tişrînê Bendava şehîdan e” cih da analîza Sorgul Şêxo ya têkildarî êrişên li dijî Bendava Tişrinê û bedelên ku ji bo parastina wê hatine dayin.    Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de cih da nirxandinên Serokê Kongra Gel Remzî Kartal a der barê peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye kirin.