Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin 2025-01-12 14:05:52 MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê ji bo Hevşaredarên Akdenîzê li pêşiya Edliyeya Mêrsînê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.  Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê çileyê de bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û îro sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Di dema îfadeyên binçavkiriyan didomin de Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi hezaran kesan li pêşiya Edliyeya Mêrsînê binçavkirin protesto kirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên hatiye pêşiya edliyeyê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Gelek dayikên li pêşiya deriyê edliyeyê rûniştin, bi strîna stranan çalakiya xwe didomînin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Maf hiqûq edalet”, “Em qeyûmên dizek naxwazin” û “Bijî berxwedana zindanan" berz dikin. Çalakiya dayikan didome.