Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî 2025-01-11 16:43:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin lidarxistin de, banga berdana girtiyên nexweş hat kirin. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo çalakiya 668'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyoglûyê kom bû. Di çalakiya vê hefteyê de îşaret bi rewşa girtiya nexweş û Dayika Aştiyê Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin hat kirin. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Divê girtiya nexweş Besra Erol serbest bê berdan" hatin vekirin û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.   Nûnera Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Enqereyê Kezban Kalinê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê girtiyên nexweş ji ber nexweşiyê serbest bên berdan û got ku ev rewş ji bo girtiyên nexweş ên ku tevî înfaza wan bi dawî bûne jî dibe sedema encamên kujende.    Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê girtin, hat parvekirin. Kezban Kalinê da zanîn ku li gel nodulên tîroîtê, nexweşîna fitiq, siyatik, guatr, tansiyona zede û tansiyona çavan bi Besra Erolê re hene. Kezîban Kalinê xwest ku Besra Erol demildest bê berdan.    Kezîban Kalinê bi bîr xist ku ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye Besra Eol hatiye girtin. Kezîban Kalinê destnîşan kir ku tevî ku Besra Erolê cezayê xwe temam kiriye nayê berdan.    ÎZMÎR     Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 303'yan li dar xist. Di çalakiya li ber Eskî Sûmerbanka Konakê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemînin, nebin alîgirê sûc" hat vekirin. Di çalakiyê de ku gelek kes lê amade bûn, li ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Hasan Rûzgar ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, hat sekinandin.   Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuşê daxuyanî da û diyar kir ku Hasan Ruzgar, ji ber demeke dirêj di girtîgehê de maye û rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" di sala 2007'an de hatiye berdan. Zîlan Gumuşê bi bîr xist ku Ruzgar di sala 2010'an de careke din hatiye girtin û got: "Hasan Ruzgar di dema grevên birçîbûnê yên demdirêj û ji ber şert û mercên girtîgehê bi nexweşiyên cuda ket. Ruzgar sê caran bi giştî 650 rojan di rojiya mirinê de maye. Lê ji ber ku baş nehatiye dermankirin nexweşînên wî giran bûne.Nêzî bîst nexweşînên kronîk pê re hene."    Zîlan Gumuşê xwest girtiyê nexweş Hasan Ruzgar bê berdan.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    ENQERE   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Kolana Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê di hefteya 540'emîn de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniya vê hefteyê de li ser ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ê bi pençeşêrê ye hat sekinandin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen ku daxuyanî da diyar kir ku tedawiya Aydemîr ê ji sala 2023'yan û vir ve bi pençeşêrê ye tê astengkirin.    Di çalakiyê de hat wxestin ku girtiyê nexweş Aydemîr û hemû girtiyên nexweş ên din bên berdan.