Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel 2025-01-11 14:32:05 MÊRSÎN - Girseya ku li pêş Şaredariya Akdenizê kom bûn, bertekên xwe anîn ziman. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmirê Bûrcûgul Çûbûkê bal kişand ser hevdîtina li Îmraliyê û got: “Em ê bi ser bikevin. Dê gel bi ser bikeve.” Duh polîsan hevşaredarên Mêrsînê binçav kirin. Piştî polîsan hevşaredar û endamên meclisê binçav kirin, gel ji duh ve li pêş avahiya Şaredariya Mêrsînê nobetê digire. Nûnerên Federasyona Komeleyên Anatoluya Başûr û Rojhilat hatin pêş şaredariyê û piştgirî da gel. Li ser navê komeleyê Cîgirê Serokê Komeleyê Mehmet Îhsan Taş anî ziman ku eger îro li vir bin ev mafekî demokratîk e û wiha got: “Kîjan partiya siyasî rastî van pêkanînê bên em kesên weke demokrat li dijî vê ne.”   Mehmet Îhsan Taş anî ziman ku ev xespa maf e û wiha got: “Heke şaredariya DEM Partiyê ya ku me deng daye wê, bê xespkirin em ê li cem wan bin.   Li aliyekê destê aştiyê dirêj dikin. li aliyê din polîtîkayên şer dimeşînin. Hûn nikarin bi qeyûman pirsgirêkan çareser bikin. Em vê yekê şermezar dikin. Heke diziyek nelirêtiyek hebe dikarin bê darizandin. Heta ku gelê me li vir be, em jî li cem wan in.”   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê jî axivî û got: “Hoşyar û Nûriye bi vîna gel hatin hilbijartin. Ez xwedî derketina we ya li vîna we bi rêzdarî silav dikim. Berxwedana dayikên me ya aştiyê ji aliyê pergalê ve nayê bihistîn. Em bang li desthilatê dikin ku bersivê bidin dengê gelan. Em xespa vîna gel qebûl nakin. Em bi hêrs in. Lê em ê vê hêrsê veguherînin aştiyê û jiyana hevpar. Ev berxwedana bi salan e tê dayîn dê bi aştiyê encam bigire. Em ê ji bo jiyaneke bi rûmet bi hev re têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Girseyê bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Akdenîz a me ye dê ya me bimîne”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin.   Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çûbûk jî li vir axivî û wiha got: “Em bi desthilata ku dengdayîna gelan sûc dibîne re rû bi rû ne. Gel xwedî hêz e. Ev hêz hêviya Rojhilata Navîn e. Ev pergala qeyûm dijminê gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û dijminê hemû jinan e. Bersiva van qeyûman em ê bi avakirina hêza çareseriyê bidin. Em ê bi serbikevin. Aştî û gel dê serbikevin.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî hat serdana girseyê û tev li çalakiyê bû. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li vir aixvî û got: “Ev gel bi berxwedanê hat vir. Em bi berxwedanê hatin vir. Me heta niha li hemberî rêveberiya contayan û rêveberiya qesrê serî netewand. Me li hemberî feraseta ku li aliyekî destê aştiyê dirêj dike û li aliyê din qeyûman tayîn dike serî netewand. Em bi berxwedanê gihiştin vir. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.