Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan 2025-01-11 12:58:36 NAVENDA NÛÇEYAN -Girtiyê siyasî Reza Mihemed Hisên bi peyamekê ragihand ku Îran bi cezayê darvekirina ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî nikare dengê azad qut bike û got ku divê tu kes nebe hevkarê sûcan. Girtiyê siyasî Reza Mihemed Hisên, ji girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê, der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî peyamek belav kir.   Reza Mihemed di peyama xwe de cezayên darvekirinê bi kîna hikumetê ve girêda û got: “Ji ber ku xwe li hemberî daxwazên xelkê lewaz dibîne, lewma cezayên darvekirinê dide. Bicihanîna cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din yên siyasî, nikare dengê azad qut bike. Em weke girtiyên siyasî, tevî hemû gef û êşkenceyan, dibîn dengê xelkê ku hemberî van kiryarane bêdeng nabin. Her kesê ku hemberî van sucan bêdeng be, dibe hevkarê sûcan.”   Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.