Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin 2025-01-10 11:57:54 STENBOL - Rojnameger Pinar Gayip, Gulistan Dursun û Serpîl Unal bi îdiaya “dê bibin revîrê” ji qawîşê hatin derxistin û birin Girtîgeha Marmarayê.  Rojnameger Pinar Gayip, Gulistan Dursun û Serpîl Ûnal ku di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de hatibûn binçavkirin û girtin, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin.    Hat zanîn ku rojnameger bi hinceta “dê bibin revîrê” ji qawîşan hatine derxistin û yekser birine Girtîgeha Marmarayê.