Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin 2025-01-08 15:44:13 MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de welatiyan bang kirin ku cenazeyên rojnamegerên hatine qetilkirin bên teslîmkirin.   Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 27’emîn de didome. Gelek kes tev li çalakiya nobetê ya li ber deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê tê lidarxistin bûn. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin cihê çalakiyê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin û govend gerandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û zarokên Mûsa Anter Dîcle Anter û Rahşan Anter jî tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de geşedanên di rojevê de hatin nirxandin.    Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi ruhê seferberiyê em Şoreşa Rojava biparêzin” hate hilgirtin. Her wiha wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.    'CENAZEYAN TESLÎM BIKIN’      Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengkirina şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran bi rê ketin û li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatine sekinandin da. Gurbet Tekîn, wiha domand: “Ew ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin. Pergala li wir tê avakirin, ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Lê tehemûla vê pergalê nakin. Tu xêra vî şerî ji bo tu kesî nîne. Bila şer bi dawî bibe. Şandeya me çû Îmraliyê û birêz Abdullah Ocalan pêşniyareke ji 7 xalan pêşkeş kir. Niha siyaset hevdîtinan dike lê em nizanin dê veguhere tiştekî çawa.”    Gurbet Tekîn, qetilkirina rojnamegeran bi bîr xist û wiha got: “Ew dengê me bû lewma hedef hatin girtin. Malbatan, ji bo wergirtina cenazeyan xwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin. Lê ev 2 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Ev sepaneke dermirovî ye. Naxwazin wecîbeyên olî jî bên cîbicîkirin. Mafê definkirinê yê her kesî heye. Ew zarokên vê xakê ne û divê li vir bên definkirin. Divê cenaze demildest radestî malbatan bên kirin. Divê îşkenceya li malbatan tê kirin bi dawî bibe.”    Parlamenter George Aslan jî bertek nîşanî rawestandina şandeyê da. Aslan, wiha domand: “Ne tenê Kurd, divê dayikên tirk jî daxwaza aştiyê bikin. Hemû dinya dibêje ku divê hebûna Kurdên li Sûriyeyê û statûya wan were qebûlkrin. Lê Tirkiye vê rewşê jinedîtî ve tê. Ev du roj in hevalên me ji bo cenazeyan wergirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi hinceta ‘pergal tune ye’ tên sekinandin. Ev nayê qebûlkirin. Divê cenazeyên hevalên me tavilê radestî malbatên wan bên kirin.”