Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê 2024-12-02 15:34:41 ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li Enqereyê hevdîtin kir. Fîdan, got: “Em ê di demekî nêz de pêvajoya Astanayê bixin meriyetê.” Arakçî jî got; “Em ê piştgiriya xwe ya teqez a bi Sûriyeyê re dubare dikin.”  Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî piştî hevdîtina li Şamê, hate Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, daxuyaniya hevpar hate dayin.    Fîdan, got ku bi Erakçî re têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî ne û wiha got: “Xelete ku mirov geşedanên li Sûriyeyê girêdayî mudaxileyên derve bike. Rejîma Sûriyeyê mecbûr e ku li hinek xalan bi muxalefetê re bê gel hev. Em ê yekparetiya Sûriyeyê biparêzin. Tirkiye dê musaedeya teroê neke. Sedema pevçûnan ew e ku ev pirsgirêk 13 sal in nehatiye çareserkirin. Divê tavilê bi rêya guftûgoyê were çareserkirin. Hewldanên Tirkiye û Îranê yên ji bo Sûriyeyê gelek girîng e. Dê pêvajoya Astanayê di demekî nêz de bixin meriyetê.”    FIKAREDAR E    Erakçî jî wiha got: “Li gorî agahiyên li ber destê me, di navbera komên terorê yên li Sûriyeyê û Amerîka û rejîma siyonîst re pir nêz in û di nava koordînasyonê de ne. Ji bo balê li ser sûcên xwe yên li Filistîn û Lubnanê bidin aliyekê din û têkçûna xwe veşêrin, hewl didin li Sûriyeyê rewşeke jênebawer ava bikin. Cihê fikarane ku komên tekfîrger li bakurê Sûriyeyê dîsa çalak bûn û êrişî Helebê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê destkeftiyên pêvajoya Astanayê bên parastin. Me biryar da ku civîna pêvajoya Astanayê ya di asta wezîrên karên derve de tavilê li dar bixin. Bêewlekirina Sûriyeyê projeya rejîma siyonîst e. Weke Îran, em piştgiriya xwe ya bi Sûriyeyê re careke din teqez dikin.”