HSD’ê li dijî êrişan bang kir 2024-12-01 16:53:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca êrişên dawî dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. HSD’ê, şerê heyî weke “Şerê namûs û insanetiyê” nirxand û bang li gel û ciwanên herêmê kir.  Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de HSD’ê wiha got: “Di nava vê hefteyê de êrişeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiya. Bêguman ev êriş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê rêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûriyeyê ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc. Bi vî rengî naxwazin gelê herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrişek berfireh li ser herêmên reveberiya xweser heye.   REWŞA HEYÎ DÎROKÎ Û JIYANÎ YE   Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û jiyanî ye. Armanca van êrişan ne tenê herêmên di bin serweriya HSD’ê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Anku dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigirin.   Ev çend roj in şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê berxwedaniyeke mezin û şerekî bêhempa li dijî van êrişan dimeşînin.   HSD DÊ BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNE   Bêguman Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hemû pêkhateyên xwe ve, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şûnde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe; bedela wê çi dibe bila bibe, ew ê li hemberî van êrişan raweste. Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûriyeyê rabe. Di vê mijarê de bila gumana ti kesî nebe. Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigire. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tevbigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi HSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.   Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo parastina gundên xwe, bajarên xwe û tevahî herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabin.   BANG LI CIWANÊN HERÊMÊ KIR   Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi Kurdê xwe û Erebê xwe, bi Suryan, Asûr û Ermenê xwe, bi Tirkmen û Çerkezê xwe, divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tev li nava refên HSD, YPJ-YPG’ê bibin.   ŞERÊ NAMÛS Û INSANIYETÊ YE   Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zîhniyeta DAIŞ û Erdoganî’yan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwîşk û biratiya gelan e.   EM Ê VAN ÊRIŞAN TÊK BIBIN   Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tev li nava refên HSD’ê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin. Baweriya me tam e ku em ê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan a nava refên HSD’ê re karibin vê êrişê pûç bikin û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin.”