Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin 2024-11-28 13:59:05   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehanjî tên danîn.    Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê yên bûdçeya 2025’an ku bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, didome. Îro, budçeya Wezareta Dadê ku li gorî par du qet zêde bû û derketî 280 milyar û 275 milyon û 802 hezar lîreyan hate nîqaşkirin.    WEZÎRÎ PESNÊ GIRTÎGEHAN DA   Wezîr Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeşî kir û got ku li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Tunç, ji bo girtîgehên ku hema hema her roj cenazeyên girtiyan jê derdikevin jî got: “Avadaniyên li gorî rejîma înfazê ya hemdem.”    32 GIRTÎGEH DÊ BÊN ÇÊKIRIN    Tunç,  da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn.    Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal jî weke bertek ji Tunç re got: “Ne girtîgehan, febrîqeyan vekin.”    Tunç, di pêşkeşiya xwe de têkildarî hejmara girtiyên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dayin tu agahî parve nekir.