Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin 2024-11-27 14:48:22 EDENE  - Platforma Elewiyan a Edeneyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê da û got: “Dev ji vê derbeya li dijî îradeya gel berdin.”  Platforma Elewiyan a Edeneyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê, li pêşiya Navenda Çandê ya Salmani Pakê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platforma Elewiyan a Edeneyê Huseyîn Încesu axivî û ji îktîdarê xwest ku tavilê dev ji tayînkirina qeyûman berde.    Piştre jî Serokê Komeleya Dêrsimiyan Alî Kaya Vurgeç metna hevpar xwend. Vurgeç, diyar kir ku îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman êdî veguherîne sepaneke asayî û ji bo domandina îktîdara xwe ya zextker her tiştekî dike. Vurgeç, wiha domand: “Rejîma qeyûm, derbeyeke li dijî îradeya gel e, binpêkirina demokrasî û hiqûqê ye. Rejîma qeyûm, ne xizmeta ji gel re lê xizmeta ji îhalevan û rantxwiran re ye.”    Vurgeç, bang li îktîdarê kir ku tavilê dev ji “derbeya li dijî îradeya gel berde” û wiha bi dawî kir: “Wekî dêrsimiyan û dostên wan em ê dev ji têkoşîna li dijî qeyûman bernedin û paşvegavê neavêjin. Heta em bi ser dikevin dê li ber xwe bidin. Qeyûm dê biçe em ê bimînin.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.