Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin 2024-11-27 10:39:22   ŞIRNEX - Ji ber berfa zêde ya li Şirnexê bariyayî, rêya bajarokê Dêrahînê û 7 gundan hate girtin.    Ji şevê din ve li Şirnexê berfeke zêde dibare. Li navenda bajar bi qasî 5-7 santîman berf bariyaye û li deverên bilind jî bi qasî 30 santîmetreyan bariya. Li deverên bilind ên navçeya Elkê jî bi qasî metreyekê berf bariyeye û ji ber berfê rêya 7 gundan hate girtin. Hat ragihandin ku rêya bajarokê Dêrahînê ya navçeya Qilebanê jî ji ber berfê hate girtin.    Komên girêdayî Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatên xwe kirin.