Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin 2024-11-26 12:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, got: “Em bangawaziya xwe ya ji bo di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî bên danîn bi biryardarî dubare dikin.”    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. Bahçelî îdia kir ku wan pirsgirêka pergalê ya Tirkiyeyê çareser kiriye û bal kişand ser geşedanên li herêmê. Bahçelî, got: “Dora me bûye dorpêçeke ji agir. Rewşa pir cidî û krîtîk e. Şerê nukleerî, hişyariya têkçûna pergalê ye. Ji her alî ve xisar gihiştiye mîmariya pergala kûrewî.”    'EM LI BENDA PÊWENDIYAN E’    Bahçelî, bi domdarî wiha got: “Qutkirina tirkan a ji kurdan bi qasî derxistina dinyayê ya ji pergala rojê ehmeqî ye. Em bangawaziya xwe ya ji bo di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî bên danîn bi biryardarî dubare dikin.”    Devlet Bahçelî mîna her carê dîsa gef xwarin û rojnamegerên MHP’ê rexne dikin hedef girt.