Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin 2024-11-25 11:04:43   NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya 10 mehan weşand. Li gorî çeteleyê di nava 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin û 170 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    JINNEWS’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî çeteleya tundiyê ya li dijî jinan a 10 mehan eşkere kir. Li gorî çeteleyê; di nava 10 mehan de herî kêm 316 jin hatin qetilkirin û 170 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    FAÎL ZILAMÊN HERÎ NÊZ IN    Li gorî daneyan; ji jinên hatine qetilkirin 98 jê ji hêla hevjînê xwe ve, 28 jê ji hêla kesên hevberdayin ve, 33 jê ji hêla kesên di qonaxa hevberdanê de ve, 11 jê ji hêla bavê xwe ve, 18 jê ji hêla kurên xwe ve, 6 jê ji hêla kesên bi hev re dijiyan ve, 28 jê ji hêla kesên hev nas dikirin ve, 25 jê ji hêla kesên bi hev re, 19 jê ji hêla xizmên xwe ve, 12 jê ji hêla kesên nasnameyên wan nehatin zanîn ve, 10 jê ji hêla kesên ji hev veqetiyayin ve û 2 jî ji hêla zilamên nas nedkirin ve hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 3 jê nêzbûna wan a bi faîl re nehat tespîtkirin.