Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze 2024-10-18 16:12:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna taybet a li Herêma Federe ya Kurdistanê didome. Rojnameger Aram Germiyanî diyar kir ku PDK ji pêşmergeyan dixwaze ku wêneyê dengê xwe bikişînin û ji wan re bişînin.    Dengdana taybet a li Herêma Federe ya Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve dest pê kir. Li 4 herêmên hilbijartinê û Kerkûk û li 74 bajarên Iraqê bi giştî li ser 165 sindoqan deng tên dayin. Hêzên ewlekariyê, girtî, kesên astengdar û nexweşên li nexweşxaneyan ku nikarin biçin ser sindoqan ji niha ve dengê xwe didin. Di vê çarçoveyê de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye. Dengdayîn serê sibehê saet di 07.00’ê de dest pê kir û dê saet di 18.00’ê de biqede.    Di van hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dê cara ewil dê deng bi rêya pergala elektronîk bên hejmartin. Dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ve bê kontrolkirin. Ji bo hejmartina dengan jî dê cîhazê jê re dibêjin PECOS were bikaranîn.    Rojnameger Aram Germiyanî ku hilbijarinên Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanan axivî.    ‘PDK’Ê WÊNEYÊN DENGAN XWEST’   Germiyanî, da zanîn ku di hilbijartina îro de li Hewlêr, Silêmaniye û Helebçeyê rageşî derketiye. Germiyanî, wiha domand: “Sedema wê jî ew bû ku hêzên ewlekariyê xwestin bi telefonên xwe bikevin hundir lewma rageşî derket. Rageşî piranî li Hewlêrê derket. PDK’ê zext li hêzên ewlekariyê kir û jê xwest ku wêneyê dengên xwe bişînin. Bawer nakin ku dê hêzên ewlekariyê dengê xwe bidin wan lewma wêneyî lê ferz dikin. Li Helebçeyê jî bi heman sedeman rageşî derket. Li Silêmaniyeyê di navbera alîgirên YNK û Lahur Cengî de rageşî derket. Li Şeqlavaya ya Hewlêrê li dibistana Nêrgizê şer derket û çek hatin bikaranîn. Ji bilî vê rageşiyên cidî nehatin dîtin. Kesên di hilbijarina taybet de dengê xwe didin piranî hêzên ewlekariyê ne. Hêzên leşkerî jî girêdayî YNK û PDK’ê ne lewma piraniya dengan ji bo van partiyan diçin. Li Hewlêr û Dihokê PDK, li Silêmaniye û Helebçeyê jî YNK zêdetir dengan distîne.”    NASNAMEYÊN LI CERDEVANAN HATINE BELAVKIRIN    Germiyanî, got ku di hilbijartinên berê de PDK’ê herî zêde deng ji derdorên ji derve anîn girtiye û wiha pê de çû: “PDK bi taybet jî kesên li Tirkiyeyê cerdevan û girêdayî dewletê tîne vê derê û dengan pê dide avêtin. Her wiha alîgirên ENKS’ê jî ji Rojava tên Başûr û deng didin PDK’ê. Ev kes piranî li Hewlêr û Dihokê dijîn. Ji bilî vê, her wiha êzidiyên li Şengalê jî ji ber zextê dengê xwe didin PDK’ê. Li gorî qanûnên Iraq û Herêma Kurdistanê ev kes nikarin deng bidin. Lê PDK ji bo van nasnameyan derdixîne û rehiyan pê dide avêtin.”    Bi domdarî Germiyanî bi bîr xist ku di serdemên berê de hilbijartin ji hêla komîsyoneke ji hêla Herêma Federe ya Kurdistanê ve hatiye avakirin dihat lidarxistin û wiha derbirî: “Lê belê vê carê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ve bên lidarxistin. Lîsteya kesên dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin jî ji hêla vê komîsyonê ve hate diyarkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî, di navbera lîsteya komîsyona hilbijartinê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û ya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê de derdora 300 hezar û 400 hezar hilbijêrên sexte hene. Ev kes hatine jêbirin. Ev nav tevek jî PDK’ê daye nivîsandin.”    ‘PDK’Ê JI ERDOGAN ALÎKARÎ XWEST’   Germiyanî, bi lêv kir ku di hilbijartinê de rewşa PDK’ê krîtîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Ne pêkan e ku PDK rêjeya dengan a berê bi dest bixe. Ji bo vê xebateke mezin dan destpêkirin. Nêçîrvan Barzanî çû Enqereyê û bi Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir. Ji Erdogan alîkarî xwest. Lê ji ber rewşa siyasî ya li Iraqê, wisa xuya dike ku dê hêza Tirkiyeyê têr neke ku PDK’ê xelas bike.”    MA / Omer Akin