MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive 2024-10-18 15:41:57   ENQERE - MYK ya DEM Partiyê ji bo ku geşedanên dawî binirxîne dê sibê bicive.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê saet di 10.00’an de bi tevlibûna Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bicive. Di civîna MYK’ê de geşedanên ku piştî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da DEM Partiyiyan pêk hatin dê di rojevê de bin. Her wiha di civînê de dê daxuyaniyên ku ji aliyê desthilatê û muxalefetê ve piştî vê silavdayînê hatine dayîn bên nîqaşkirin. Di MYK’ê de dê helwesta ku partî nîşan bide û çawa tevbigere jî were diyarkirin.    Biryarên di MYK’ê de bên wergirtin dê pişt re pêşkeşî Meclisa Partiyê bên kirin.