Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin 2024-10-18 15:32:38   WAN - Hevşaredarê Artemêtê Cemîl Komî, diyar kir ku ji bo xebatên xwe nikarin nameyeke garantiyê ji Bankaya Îllerê bistînin.    Hevşaredarên Artemêta Wanê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî li Terasa Seyîrtepeyê bi kedkarên çapemeniyê yên li bajêr re civiyan. Di civînê de têkildarî xebatên şaredariyê yên pêvajoya 6 mehan sînevîzyonek hate pêşkeşkirin. Hevşaredar Rabîa Başak Koç destnîşan kir ku tevî hemû astengiyên burokratîk û barê deynan dê ji xizmetê bi paş ve nemînin.    Hevşaredar Komî jî got ku “Şaredariya Artemêtê di nava 14 şaredariyan de şaredariya herî zêde hatiye texrîbkirine.” Komî, bal kişand ku ji ber deynên di serdema qeyûm de hatin kirin, di mehên ewil ên hatin ser peywîrê de di rewşeke ku nedikarîn mûçeyê xebatkaran bidin de bûn û wiha got: “Beriya hilbijartinê mehekê 50 milyon lîre kredî hatiye kişandin, li gel faîzan maliyeta wê ya ji me re bû 104 milyon lîre. Pereyê ku me da krediyan pereyê ku em ji binesaziyê re xerc bikin bû. Tevî em bi bankeyên taybet re hevdîtinê dikin jî nikarin krediyê bistînin. Em nikarin nameyeke garantiyê ji Bankaya Îllerê bistînin. Sermayeya me ya herî mezin piştgiriya pêkhateya civakî ya ku em tê de ne.”   Komî da xuyakirin ku wan di dema qeyûm de gelek nelirêtî tespît kirine û got: “Di vê nuqteyê de tevî ku me gelek caran serlêdanên nivîskî li Dîwana Çavdêriya Darayî kirin jî, bi tu awayî bersiv nedan me.” Komî, diyar kir ku wan mufetîşên Dîwana Çavdêriya Darayî vexwendine ser peywîrê.