MÛŞ - Li Gimgimê jinên ku beşdarî nobeda li dijî JES’ê bûn, bal kişandin ser êrişên xwezayê û diyar kirin ku dê destûrê nedin talana ekolojîk.
Li gundên navçeyên Gimgimê ya Mûşê û ya Kanîreşê ya Çewlîgê tê xwestin ku Santralên Enerjî ya Jeotermal bê çêkirin. Li her du navçeyan jî welatiyên ku bertek nîşanî projeyê dan, li Dadgeha Îdarî ya Çewlîgê pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin.
Jinên ku beşdarî çalakiya nobedê bûn, li dijî projeyê biryardariya xwe destnîşan kirin.
‘JI BO TEPISANDINÊ AXÊ JEHRÎ DIKIN’
Endama Platforma Ekoljiyê ya Gimgim-Ewropayê Fatma Guneşer diyar kir ku jin têkoşîna li dijî projeyê xwedî derketine û anî ziman ku federasyonek zêdetirî 300 komeleyên ekolojiyê ji bo rawestandina ekolojiyê ketine nava hewldanan û ev tişt got: “Ji bo serlêdana UNESCO’yê em belgeyan berhev dikin. Di meha dehemîn de dê sempozyumek bê lidarxistin. Dê ji komeleyên pêkhateyên ji Almanya, Fransa, Hollanda cih bigirin. Ez ê jî ser navê Gimgimê beşdar bim. Gimgim di warê civakî de cihekî kozmopolîtîk e. Şîrketên wek IGNIS’ê hewş dide Gimgimê parçe bike. Ev pirsgirêkên kûrewî ne. Koçberiyê li civakê ferz dikin. Ev yek tê wateya windbûna çand û baweriyê. Tiştên ku nekarîn bi çekan winda bikin, hewl didin bi santralên enerjiyê bikin.”
Çîgdem Aktpeyê anî ziman ku ew projeyên talanê qebûl nakin û wiha axivî: “Em naxwazin çanda me bê tunekirin. Em naxwazin dar û ava bê bê tunekirin. Dê zirarê axê bide me. Dê gel bajar ji xebtên sondajê bandor bibin. Em ê destûrê nedin vê projeyê. Em daxwazên xwe li vir tînin ziman. Em li vir helwesta xwe ya li dijî projeyê nîşan didin.”
‘DIVÊ EM LI HER DERÊ LI DIJÎ PROJEYÊ DERKEVIN’
Hatîce Doganê anî ziman ku ji bo piştgiriyê hatî nobedê û got: “Ajal, gel, xwezaya li vir dê zirarê bibînin. Her kes vê dizane. Li hin gundan HES hatin çêkirin. Ji bo dewlemendiya şîrketan hemû dewlemendiyên ser axê firotin. Niha jî dor hatî bin erdê. Divê em li dijî vê derkevin.”
MA / Can Kirbaş