Hevşaredarên Amedê serdana nobeda JES’ê ya li Gimgimê kirin

Parve bike:

AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdana nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê kirin û bertek nîşanê rapora “Pêwistî bi ÇED’ê nîn e” da û peyama “Ev biryar tenê li ser kaxiz dê werk şermek di dîrokê de cih bigire.” da.

 
Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 74’emîn a nobeda konan de pankarta “Gelê Gimgimê santrala ceyranê ya jeotermal naxwaze.”, “Em xweza, bawerî û dahatûya xwe diparêzi” “Kok, gund û têkoşîna me li vir e. Em li vir in” hat daliqandin. 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û şandeya bi wan re serdana nobeda li dijî JES’ê ya li Gimgimê kirin.
 
Serra Bucakê destnîşan kir ku gelê herêmê bîra têkoşîna civakî ye û piştî şer Kurdistan bi awayekî sîstematîk bi qirkirina xwezayê re rû bi rû maye û wiha axivî: “Em qirkirinên vê pergalê yên ku dixwaze li ser vê erdnîgariyê bikin, dizanin. Ji Dêrsimê ta Gimgimê, ji Çewlîgê ta Kanîreşê roj bi roj qirkirin pêk tê. Kar û têkoşîna me dijwar e. Mixabin ev der cihê erdhejê ye. Ev JES jî xeternak in. Daraz jî wek baskek desthilatê ye. Guh nade raporên ÇED’ê. Em têkoşîna we silav dikin û bi we re ne.”
 
‘BIRYAR DÊ WEK ŞERMEK DI DÎROKÊ CIH BIGIRE’
 
Dogan Hatun bertek nîşanê rapora têkildarî “Pêwistî bi ÇED’ê nîn e” da û got: “Li vî welatî kes, li gel û aktivîstan guhdar nake û li ser erdnîgariya ku nedîtine biryar didin. Hûn li Enqereyê li odeyên wezaretê bêyî ku bedewiya vê erdnîgariyê bibînin û li gotinên gel guhdar bikin, biryar didin? Em bangî rayedarên darazê bikin; werin vê biryarê betal bikin. Werin li gel guhdar bikin. Li vir, ev biryar tenê li ser kaxiz dê werk şermek di dîrokê de cih bigire.”
 
Piştî axaftinan Serra Bucak û Dogan Hatun têkildarî pêvajoyê bi gel re suhbet kirin.
 
Çalakiya nobedê îro dê ji aliyê gundên Gestemerd û Kovikê dewr bê girtin.