MÛŞ - Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr ku serdana nobeda li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê kir, got: "Îro em li ser ekolojiya aştiyê nîqaş dikin. Divê ekolojîst hêmaneke bingehîn a vê pêvajoyê bin."
Yek ji encamên herî girîng ên pevçûnên li Kurdistanê polîtîkaya koçberkirina bi darê zorê bû. Di salên 1990'î de, gelek gundên li Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Di salên dawî de, ev rewş bi hilweşandina ekolojîk xwe nîşan da. Nobeda konê ya li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê bê çêkirin, berdewam dike.
Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr ku ji bo piştgiriya nobedê hat Gimgimê, êrişên li ser xwezaya Kurdistanê nirxand.
Ozdemîr destnîşan kir ku projeya ku li Gimgimê tê plankirin beşek ji wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê ye û got ku heman wêrankirin li Mêrdîn, Amed, Şirnex, Dêrsim û gelek bajarên din jî diqewime. Ozdemîr diyar kir ku Kurdistan di pêvajoyeke teslîmkirina kanan, bendavan û santralên elektrîkê re derbas dibe û got: "Hin taybetmendî hene ku vê derê ji deverên din cuda dikin. Li vir, qadeke jiyanê tê wêrankirin. Ew herêmek e ku bi piranî Elewî lê dijîn. Ev polîtîkayên qirkirina ekolojîk ji serdema Komarê ve berdewam dikin. Carinan, wêrankirin bi hinceta 'ewlehiyê' bi rêya polîtîkayên ewlehiyê dihat kirin. Îro, wêrankirina ekolojîk bi rêbazên cuda berdewam dike ku heman polîtîkayê nîşan dide. Bi rêya şîrketan, bi tevlêbûna sermayeya navneteweyî, polîtîkayeke nû ya koçberiyê tê armanckirin. Xala hevpar a di navbera Mêrdîn û vê derê de ev e ku şîrketên madenê li seranserê Mêrdîn serdest in. Santralên enerjiya rojê û bayê pir belav in. Taybetmendiya hevpar a her duyan jî wêrankirina qadên jiyanê, qirêjiya ava binê erdê û axa me ye."
Ozdemîr destnîşan kir ku jiyana hevbeş a baweriyên cuda li Mêrdîn û Gimgimê dewlemendiyek e û diyar kir ku li gundê ku Êzidî lê dijîn, santrala enerjiya rojê tê plankirin. Ozdemîr got: "Dema ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, me hişyarî da ku 'wêrankirina ekolojîk dê bi rêbaz û amûrên cuda berdewam bike'. Îro em li ser ekolojiya aştiyê nîqaş dikin. Bi ekolojiya aştiyê, mebesta me eşkerekirina wêrankirina ekolojîk a ji ber şer çêdibe, di heman demê de di pêvajoyên aştiyê de jiyanê li ser bingeheke ekolojîk ava dike. Me ev her gav di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gotiye. Divê ekolojîst hêmaneke bingehîn a vê pêvajoyê bin. Êrişên li ser xwezaya me berdewam dikin. Xwezaya me tê wêrankirin. Em avên xwe winda dikin. Axên me tên qirêjkirin. Dema ku em bi tevahî lê dinêrin, em dibînin ku encam neguheriye. Em dizanin ku têkoşîna ekolojîk ji aştiyê serbixwe nîne. Bi salan e daristanên me bi hinceta şer hatin wêrankirin. Li ser avên me bendav hatin çêkirin. Têkoşîna me bi jîngehê ve sînordar nîne. Tiştê ku em diparêzin hem demokrasî û hem jî aştî ye."
Ozdemîr bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, yên ku daxwaza aştiyê dikin û rewşenbîrên ku li dijî şer in kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna li Gimgimê.
MA / Can Kirbaş