MÊRDÎN - Dadgeha Kargeriya Bilind projeya GES’ê ya li gundê Bacinê yê Midyadê ku lê Êzidî dijîn, erê kir.
Tê xwestin ku mêrgên gundê Bacinê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ku lê Êzidî dijîn, bi projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ve bê tunekirin.
Gundê Bacinê di salên 90’î de ji ber zextan hate vekirin. Gundiyên ku ji nû ve vegeriyan warê xwe, tê xwestin li ser mêrgên wan GES bên çêkirin.
Bertekên li dijî GES’ê ya Şîrketa Anonîm a Exen Solar Enerjiyê berdewam dikin. Ji bo projeya GES’ê ku tê xwestin li ser 22 hektar êrdên gund bê çêkirin, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîn e” da.
SERLÊDANA GUNDIYAN HATE REDKIRIN
Şêniyên gund li dijî biryara wezaretê serî li dadgehê dan. Piştî serlêdanê, di 31’ê Kanûna 2025’an de Dadgeah 2’yemîn a Îdarî, îdîa kir ku li gorî rapora pisporan tevdîrên di rapora ÇED’ê de hatine destnîşankirin têrker in û di biryara ‘erêkirina ÇED’ê’ de nelirêtiyek hiqûqî nîn e, doz red kir.
Welatiyan li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Kargeriyê ya Bilind da û di serlêdanê de diyar kirin ku statuya mêrgê, lêkolîna qadên alternatîf, pêvajoya ÇED’ê, bandorên li ser sewalkariyê, hesasiyeta ekolojîk hatiye paşguhkirin û nehatiye nirxandin.
Daîreya 4’emîn a Dadgeha Kargeriya Bilind, di 12’yê Adarê de biryara dadgehê di cih de dît û serlêdana îstînafê red kir.
Li dijî vê biryarê şêniyên gundê Bacinê sibê (9’ê Gulanê) saet di 11.00’an de dê daxuyanî bidin.