Qada sîtê ya xwezayî ji ber madenê di bin xetereyê de ye

Parve bike:

XARPÊT - Ji ber sewqkirina madenên şîrketa Madenvaniya Portê ya girêdayî Cengîz Holdîngê dixwaze derxîne, qada sîtê ya xwezayî û erdên çandiniyê yên li Gezînê di bin gefê de ne. 

 
Şîrketên madenan, hem li bajarên bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê gefeke mezin li xwezayê dixwin. Yek ji van cihên di bin xetereyê de jî qada madenê ya li navçeya Madenê ya Xarpêtê ye ku tê gotin ku rezerveke biqasî 30 milyar dolaran lê heye. Îhaleya vê qadê bi 2 milyar û 205 milyon TL’an dan Şîrketa Anonîm a Madenvanî Bazirganî ya Portê ku girêdayî Cengîz Holdîngê ye. Tê payin ku ji vê qadê madena sifir, zêr û çînkoyê were derxistin. Li gorî plansaziyê; dê madenên ji vir tên derxistin veguhêzin gundê Gezînê ya navçeya Madenê ku 25 km’an dûrî navenda navçeyê ye û ji wir bên sewqkirin. 
 
Hat zanîn ku ji bo madenan, li herêma qada sîtê ya xwezayî ya li derdora Stasyona Trenê ya Gezînê û erdên çandiniyê tê de cih digirin, xebatên binesaziyê hatine destpêkirin. Di çarçoveya xebata behsa xeberê de rêhesin tên berfirehkirin û dar tên birîn. Ev mudaxileye dê yekser bandoreke neyînî li Deşta Bermazê, tejaneya Gola Hazarê û ekolojiya herêmê bike. Tevî nerazîbûna gel jî xebatên binesaziyê didomin. Ev xebat dê bandoreke jêneveger li ser hilberîna çandinî û yekparetiya tejaneyê bike.