Li Kanîreşê berteka li dijî JES’ê: Em nahêlin xwezaya me bê talankirin

Parve bike:

ÇEWLÎG - Welatiyên ku bal kişandin ser xetereya erdhejê ya projeya JES’ê ya ku dê bandoreke neyînî li gundê Qerxabazar ê Kanîreşê û gelek deverên din bike, gotin: "Em nahêlin qadên me yên jiyanê werin talankirin û xwezaya me ji rantparêziyê re bê pêşkêşkirin. Li Çewlîgê HES hat betalkirin. Em dixwazin JES jî were betalkirin."

 
Li gundên Qerxabazar, Aynîk, Licîk, Şorîk, Çêrmûk û Siqavêlan ên navçeya Kanîreş a Çewlîgê, şîrketa bi navê IGNIS H2 Anonîm ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, di çarçoveya xebatên "Lêgerîna Çavkaniya Enerjiya Jeotermal" de plan dike ku herî kêm 25 bîrên sondajê veke. Şîrketa ku di 3’yê Cotmeha 2025’an de pêvajoya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dabû destpêkirin, di 1’ê Nîsanê de bersiveke erênî wergirt. Gelê herêmê li dijî rapora erêkirina "ÇED'ê" dê dozê vebike.
 
DI GUNDEKÎ DE DÊ 8 HEZAR Û 139 METREKARE QAD WERE BIKARANÎN
 
Plankirina projeyê li ser xeta fayê ya ku wekî “Xeta Faya Anatoliyaya Rojhilat” tê binavkirin, xetereya erdhejê zêde dike. Ev xeta ku navenda wê gundê Qerxabazar ê Kanîreşê ye, navçeya Gimgim a Mûşê jî di nava xwe de dihewîne û ber bi bakurê rojava ve diçe û bi “Xeta Faya Anatoliyaya Bakur” re dibe yek. Şîrket amadekariyê dike ku di meha Gulanê de li gundê Xwarîk ê Gimgimê (ku nêzî 25 kîlometre dûrî Qerxabazarê ye) yekemîn sondajê vebike. Sîsmologên ku xetên fayê lêkolîn dikin, destnîşan dikin ku di valahiya sîsmîk a Qerxabazarê de enerjiyeke cidî civiyaye û erdhejeke bi kêmanî 7 pileyî dikare pêk were. Herwiha ji bo projeyê tenê li gundê Qerxabazarê dê 8 hezar û 139 metrekare qad were bikaranîn. Proje bi dagirkirina qadên mêrg û zozanan re, dê çandinî û sewalkariyê ku bingeha debara herêmê ye, tune bike. Dîsa navendên baweriyê yên welatiyên Kurd-Elewî yên li Kanîreşê dijîn dê bi awayekî neyînî ji vê projeyê bandor bibin.
 
Şêniyên gundê Qerxabazarê bertek nîşanî projeyê dan.
 
'JI GEL NEHAT PIRSÎN'
 
Îhsan Çelîk diyar kir ku ligel gundê Qerxabazarê li gundên derdorê jî gelek qadên ji bo bîrên sondajê hatine diyarkirin hene û got ku herêm ji bo maden û projeyên JES’ê tê pêşkêşkirin. Çelîk anî ziman ku di sala 2023'yan de bi hinceta "lêkolîna xeta fayê" hatine herêmê û xebatên projeyê ji gel veşartine û ev tişt got: "Mirov bi vî awayî xapandin. Bêyî ku ji gelê herêmê bipirsin xebatên xwe domandin. Dema me dipirsî, digotin 'Em tevgerên sîsmîk dişopînin'. Lê em pê hesiyan ku ev der ji projeyan re hatine vekirin. Em nahêlin qadên me yên jiyanê werin talankirin. Li vî gundî nêzî 3 hezar kes dijîn. 60-70 hezar sewalên me hene. Em rêxistinkirî û bibiryar in. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'BILA JES WERE BETALKIRIN'
 
Çelîk bal kişand ser xeta fayê ya ku di navenda Qerxabazarê re derbas dibe û destnîşan kir ku erdhejeke gengaz wê hilweşînek mezin ava bike û JES xeteriya erdhejê zêde dike û wiha pê de çû: "Ev gel bê xwedî nîn e. Em ê rê nedin projeyê. Em çûn serdana hemû partiyên siyasî û saziyan. Dewlet ji aliyekî ve sewalkariyê teşwîq dike, lê ji aliyê din ve mercên sewalkariyê ji holê radike. Mêrgên gundiyan tên desteserkirin. Di demeke nêz de li Çewlîgê HES hat betalkirin. Em dixwazin JES jî were betalkirin."
 
'EM LI BENDA PIŞTEVANIYÊ NE'
 
Saît Çîftçî jî diyar kir ku gelê Qerxabazarê projeyê naxwaze û destnîşan kir ku heke proje pêk were sewalkarî diqede û xweza tê talankirin û ev tişt got: "Gundê me dê were talankirin. Em projeyê naxwazin. Em ji hemû partiyên siyasî piştgiriyê dixwazin."
 
MA / Can Kirbaş