Ji Federasyona Ekolojiyê ya Spanyayê ji bo Rojava banga piştevaniyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Ekolojiyê ya Spanyayê Ecologistas en Acción, bal kişand ser destkeftiyên demokratîk ên Rojava û modêla rêveberiya xweser û banga piştevaniyê kir.
Federasyona Ekolojiyê ya Spanyayê Ecologistas en Acción (Ekolojîst li Kar in), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo parastina destkeftiyên demokratîk ên Rojava, projeya şoreşger û modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tev li banga piştevaniyê ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dibin.
KONSEYA EKOLOJIYÊ
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî zêdetirî 10 sal in li Sûriyeyê şer didome jî li Rojava tecrûbeyeke demokratîk û civakî li Rojava hatiye bicihanîn. Hat gotin ku li Rojava rêxistiniya li ser bingeha komunê esas tê girtin, jin di hemû qadên jiyanê de bi rolekî pêşeng radibin û pergalekeî wekhevîparêz a li dijî cihêkariya etnîkî û zayendî hatiye avakirin. Hat gotin ku di vê modelê de rêzgirtina ji bo xwezayê heye û avakirina Konseya Ekolojiyê ku di asta wezaretekê de ye, gavekî dîrokî ye.
‘ŞER, WÊRANIYEKE EKOLOJÎK E’
Bi domdarî hate gotin ku şer di heman demê de karesaetekî ekolojîk e, çavkaniyên bxwezayî kontrol weke amûra şer tên bikaranîn, Tirkiyeyê bi kêmkirina ava Çemê Firatê re hewl dide ji hêla aborî û insanî ve Rojava bifetisîne, Bendava Tişrînê bombebara kiriye û li Efrînê zeytûngeha bi komî tune dike.
‘EWLETEKE NAVENDÎ TÊ FERZKIRIN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî rejîma Beşar Esad, komeke olperest û paşverû îktîdar bi dest xistiye û ev jî ji bo gel û baweriyan gefeke mezin e. Hat gotin ku Rêveberiya Xweser a li Rojava, nûnertiya perspektîfa Sûriyeya federal, nenavendî, pirnetewî, wekhevîparêz û demokratîk dike û dewleta Sûriyeyê ya nû jî hewl dide dewleteke olê referans digire, ya etnîka Ereb û navendî ava bike. Hat gotin ku pêvajo bi erêkirina dewletên weke Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî û welatên rojavayî pêş ketiye.
‘TU NÎŞANEYÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ NÎNIN’
Hat gotin ku li Sûriyeyê tu îşaretên demokratîkbûnê nînin û hêviya gelên ji bo azad û û demokrasiyê li dijî rejîma Esad derketin, bi îktîdara HTŞ’ê re vala derketiye.
Di berdewamê de hate gotin ku hêviya Sûriyeyeke demokratîk li rexekî li Rojava û di têkoşîna gelan a li dijî pişaftinê, li rexa din jî di tevgera azadiyê ya jinê de şênber bûye. Hat gotin ku bi hezaran jinên Ereb jî tev li têkoşîna azadiya jinê bûn û vê têkoşînê sînorên Rojava derbas kiriye û îşaret bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya tevgera jinên Kurd hate kirin. Hat gotin ku jin dê careke din venegerin şert û mercên zextê û tundiyê yên berê.
‘DÊ PIŞTGIRIYA ME BIDOME’
Ecologistas en Acciónê, destnîşan kir ku dê piştevaniya wan a bi têkoşîna azadiyê ya gelan re bidome û ji bo şer bi rêya diyalogê bên çareserkirin, ji bo aştî û edaleta civakî, ji bo penaber û kesên ji cih û warên xwe hatine kirin bi awayekî ewle vegerin û ji bo pêşxistina modela demokratîk ku mafên siyasî, azadî û wekheviyê misoger dike, dê piştgiriya me bidome.