Ji Mîkaîl Aslan banga helwesta hevpar a li dijî JES’ê: Berdewamiya polîtîkaya sedsalî ye

Parve bike:

MÛŞ - Hunermend Mîkaîl Aslan ê ku ji bo piştgiriyê çû serdana çalakiya nobedê ya JES’ê ya li Gimgimê, diyar kir ku projeyên tên plankirin berdewamiya polîtîkaya sedsalî ya valakirina herêmê ne û bang li hunermendan kir ku piştgiriyê bidin.

 
Talana ekolojîk a li ser xwezaya Kurdistanê bi lezeke mezin berdewam dike. Di serdeya dawî de bi taybetî qadên ku çandinî û sewalkarî lê tê kirin peşkêşî şîrketan tê kirin. Yek ji van projeyan jî li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin. Xelkê Gimgimê ku civînên gundan, daxuyaniyên çapameniyê û mitînga ekolojiyê li dar xistin, ji 3’yê Gulanê vir ve li gundê Xwarikê di çalakiya nobedê de ne. Ji roja yekem vir ve ji bajêrên derdorê piştgirî ji nobedê re hat dayîn, gelek hunermendan jî bi parvekirinên li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal piştgirî dan vê têkoşînê.
 
Hunermend Mîkaîl Aslan ku bi parvekirinên xwe piştgirî dabû têkoşîna li herêmê, di çalakiya nobedê de ji bo piştevaniyê konserek da. Aslan, êrişên li ser erdnîgariya Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.
 
‘DIVÊ VEGERA LI XWE BÊ KIRIN’
 
Aslan destnîşan kir ku ziman bîra sedsalan a civakê ye û di rêwîtiya xwe ya hunerî de jî bi taybetî bal kişand ser ziman û hilberînê. Aslan diyar kir ku li erdnîgariya ku lê ne, ji bo mirov ji çand û zimanê xwe dûr bikevin rê û rêbazên cûda tên ceribandin û ev tişt got: "Bila veberhênana xwe li vir bikin. Malên xwe li vir çêbikin. Em li vir jiyanê ji nû ve ava bikin, ji nû ve geş bikin. Pêdivî bi pêşxistina çareseriyeke wiha heye. Têkoşîna esasî ew e ku em malên xwe yên hilweşiyayî ji nû ve çêbikin. Li vê erdnîgariyê çi dibe bila bibe divê her kes li xwe vegere û mala xwe çêbike."
 
‘PÊŞÎ HERÊM TÊ VALAKIRIN’
 
Aslan bal kişand ser rewşa baweriyê ya Gimgimê û wiha axivî: “Warek e ku pîroziyên gel lê hene. Bi ya min ev proje ne rojane ne. Ji berê ve, ji 100 salan vir ve amadekariya vê tê kirin. Lê ji bo ku ev proje bikevin meriyetê jî pêşî divê wê derê vala bikin, mirovan lê nehêlin. Van projeyên ku 60 sal in di bêrîkên wan de ne tînin rojevê. Sud û feydeya van projeyan ji civaka li vir re, ji erdnîgariyê re, ji mirovan re tune ye. Bendavên behsa wan tê kirin jî avhewa guhertin. Bi tevahî peşkêşî hin şîrketên biyanî tê kirin. Amanca bingehîn ji hev veqetandina madenan e. Ji ber ku ji aliyê madenê ve cîhekî xurt e. Mînak Îlîç ji aliyê madenê ve cîhekî pir xurt e. Piştre dora Ovacikê ye. Niha rêya Ovacikê tê çêkirin. Her ku rêyek tê çêkirin tirsek dikeve nav me. Ji ber ku bi van rêyan re zilm hatin kirin. Piştî Îlîçê dê berê xwe bidin Ovacikê û li wê herêmê xebat dê dest pê bike. Ev xerakirineke li dijî vê xwezayê ye. Îmhayek e. Em qet nikarin van projeyan qebûl bikin. Mirovên ku li herêmê dijîn, hesasiyete ke pir girîng nîşan didin. Wekî mirovekî divê em li dijî vê bisekine. Tiştê tenê ku di destê me de mayî xwezaya me ye, warên me yên herî pîroz, ava me ya paqij e. Bi vê mebestê ez hatim vir. Berê jî min li ser medyaya civakî hin daxuyanî dabûn. Min xwest rasterast werim û piştgiriya xwe bînim ziman. Hêvî dikim ku gelê me di vê mijarê de hesas be. Heta niha pir baş diçe. Divê em nehêlin ev proje bê çêkirin."
 
'EZ DIXWAZIM HEVALÊN XWE YÊN HUNERMEND LI GIMGIMÊ BIBÎNIM'
 
Aslan bang li hevalên xwe yên hunermend jî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana li Gimgimê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min dît ku hin hevalên me yên hunermend hatine vir û ez pir kêfxweş bûm. Ji bo ku îro em dostên xwe yên Gimgimî û têkoşînê bi tenê nehêlin, ez hêvî dikim ku hevalên min yên hunermend werin Gimgimê û piştigiryê bidin. Ji Erkan Ugur ê ku em bi hev re muzîk çêdikin û ez pir jê hez dikim bigire heta Rojda û Aynur a rêzdar, heta Delil Dilanar ê rêzdar ê ku li cihekî nêzîk li Deşta Mûşê dijî, heta Oguz Aksaç û Guler Duman, heta Apolas Lermî û Îsmaîl Hakki Demîrcîoglu yên ji Behre Reş ku min bi wan re muzîk çêkiriye, ez dixwazim van dostên me li vir bibînim. Bi êr û xweşî dê werin û mirovên li Gimgimê bi tenê nahêlin. Hêvî dikim ku ew jî dê di demeke nêz de werin.”
 
MA / Can Kirbaş