Li Kanîreşê piştî 16 salan festîvala xweza û çandê tê lidarxistin

Parve bike:

ÇEWLÎG - Li Kanîreşê piştî 16 salan ji bo Festîvala Xweza û Çandê ya Kanîreşê banga "Werin em li dijî kesên ku xweza û çanda me talan dikin hêza xwe nîşan bidin" hat kirin.

 
Navçeya Kanîreş a Çewlîgê ku bi xwezaya xwe, cihêrengiya xwe ya çandî û kozmopolît tê nasîn, piştî salan amedekariyên festîvalê lê tên kirin. Festîvala Xweza û Çandê Kanîreşê ku dê piştî 16 salan di navbera 23-24’ê Tîrmehê de bê lidarxistin, dê mazûvaniya gelek bernameyan bike, ji panelan heta guhdarîkirina dengbêjan, ji konserên girseyî heta pêşbaziya hespan.
 
Festîval, dê di 23’yê Tîrmehê roja Pêncşemê saet di 10.00’an de li gundê Toxlîyanê bi pêşbaziya hespan ku bi çanda navçeyê re bûye yek, dest pê bike. Di heman rojê de di navbera saet 15.00-17.00’an de li Tesîsa Masiyan a Kanîreşê bi beşdariya kesên pispor ên qadê panela ekolojiyê bê lidarxistin. Piştî panelê dê bernameya guhdarîkirina dengbêjan bê çêkirin û piştre jî bi mêvanên ji derve re di konên ku werin vegirtin de kampê bê çêkirin. Di roja duyemîn de civîna taştê ya bi nûnerên partiyên siyasî û rûspiyan re, ziyareteke bo kona berxwedana ekolojiyê ya li Gimgimê û saet ji 17.00’an û şûnde jî li ber avahiya şaredariyê konsereke girseyî dê bê li dar xistin. Di çarçoveya festîvalê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlementerê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî dê bi gel re hevdîtinê bikin. Her wiha di festîvalê de hunermend Sîpan Xelat, Ciwan Adar, Halîl Bayindir, Eylul Nazlier û Ulaş Kelaşîn dê derkevin ser dikê.
 
Endamên komîteya amadekar û siyasetmedaran derbarê festîvalê de axivin.
 
ARMANCA ME ÇARESERIYÊ HEVPAR E’
 
Hevserokê DBP’ê yê Kanîreşê Ozkan Bîngol destnîşan kir ku yek ji cîhên ku herî zêde ji krîzên aborî, rêveberî û demokratîk ên li seranserê welat bandor bûye Kanîreş e û derbarê pirsgirêkên bingehîn ên navçeyê û xala derketinê ya festîvalê de ev tişt got: "Nifûsa Kanîreşê 35 hezar bû, lê di serdema dawî de bi taybetî gelek kes koçberî bo derveyî welat bûn. Ev nifûs bi taybetî di mehên zivistanê de heta 10 hezarî dadikeve. Di dîroka navçeya me ya nêzî 90 salî de, ji bilî serdemekê ku partiyên desthilatdar di rêveberiya herêmî de bûn, tu çare ji êşên Kanîreşê re nehat dîtin. Di nav van krîzên piralî de, em fikirîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka têkiliya civakî ya li navçeyê û ji bo ku pirsgirêk xuyatir û gotubêjkirî bibin, rêbaza herî guncaw ev festîval e. Nêzî 15-16 sal bûn li navçeyê festîval nedihat çêkirin. Bi festîvala xwe ya di 23-24’ê Tîrmehê de, em hem mebest dikin ku têkiliya civakî zêde bikin û hem jî çareseriyan bikin hevpar."
 
‘LI DIJÎ TALANA XWEZAYÊ FESTÎVALA XWEDÎDERKETINÊ YE’
 
Mursel Bek ê ku di Komîteya Amadekar a Festîvalê de cih digire, bal kişand ser girîngiya festîvalê û wiha got: “16 sal in li navçeyê tu şahî, tu çalakiya ku ciwan û hunermend bên ba hev çênebûye. Di nirxandinên ku me kirin de me dît ku ev ne tenê şahiyek e, pêdiviya hatina cem hev û piştevaniyê ye. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku li welatê me ava me, xwezaya me, rûbarên me, ba û tavên me tên talankirin. Ev festîval li dijî talana xwezayê xwedîderketina li welat, ax û ava me ye. Ev festîval civîneke ku şahî û xem bi hev re ne, derd dibin yek e. Em dixwazin yên ku zirarê didin ax û zimanê me, hêza me ya li vir bibînin. Ji zarokan heta kal û pîran, ji jinan heta ciwanan em bang li herkesî dikin ku bi deng û rengê xwe werin govendê bigerînin.”
 
‘EM LI BENDE BEŞDARIYA JINAN IN’
 
Hevseroka DBP’ê ya Kanîreşê Yazgul Karabulak bal kişand ser aliyê berdewamiya civakî û çandî ya festîvalê û diyar kir ku beşdariya jinan gelekî girîng e. Yazgul Karabulakê destnîşan kir ku festîval ji bo çand û hunerê cîhekî girîng e û wiha axivî: "Bi munasebeta festîvalê em hemû gelê Kanîreşê, hevalên jin, hevalên ciwan û zarokên xwe vedixwînin festîvalê. Werin em çanda xwe bidomînin, li hev xwedî derkevin. Em ê her sal vê festîvalê pêk bînin û çanda xwe bi hev re veguhêzin paşerojê. Bi taybetî em li bendê ne ku jin bi rengên xwe beşdarî bernameyê bibin û govendê bigerînin.”
 
‘GELÊ ME DIVÊ LI ÇANDA XWE XWEDÎ DERKEVE’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Kanîreşê Şemsettîn Ozen jî ezmûnên festîvalên salên borî bi bîr xist û banga xwedîderketinê kir û wiha got: "Di navbera salên 1992-1996'an de li Kanîreşê hin festîval dihatin lidarxistin. Paşê di sala 2010'an de li Kanîreşê dîsa festîvalek hat lidarxistin. Niha piştî navbereke dirêj em ê festîvala xwe du rojan bidomînin. Di bernameya me de dê pêşbaziya hespan, guhdarîkirina dengbêjan û konserên hunermendên me yên hêja yên wekî Sîpan Xelat, Ciwan Adar, Halîl Bayindir, Eylul Nazlier û Ulaş Kelaşîn hebin. Em bang li hemû gelê Kanîreş, Gimgim, Çat û Goynukê dikin ku bi nasnameya xwe xwedî li vê festîvalê derkevin. Werin em dengê xwe bilind bikin, vê xebata hêja ya partiya xwe bi hev re mezin bikin û bigehînin serkeftinê.”