Serlêdanên Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê heta 20'ê Tîrmehê bidomin
AMED - Serlêdanên ji bo 10'emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê ku dê îsal pêk bê, di 20'ê Tîrmehê de diqedin. Koordînatora Festîvalê Rojhilat Aksoyê bang li derhênerên ciwan, hezkiriyên sînemayê û raya giştî kir.
10'emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmed dê ji 25 Îlonê heta 29'ê Îlonê bi dirûşmeya "Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne..." pêk were. Festîval ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê ve tê organîzekirin, rêwîtiyek ku di sala 2011'an de wekî "Rojên Fîlman" dest pê kir didomîne û niha wekî yek ji xalên herî girîng ên kombûnê ji bo sînemaya belgefîlmên Kurdî ye.
Koordînatora Festîvalê Rojhilat Aksoy li ser pêşveçûna festîvalê axivî û banga serîlêdanê kir.
Rojhlat Aksoyê bi bîr xist ku wan di sala 2011'an de wekî Rojên Fîlman ên Amedê dest pê kirine û bi bîr xist ku çalakiya wan a yekem bi alîkariya Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Şaredariya Peyasê hatiye lidarxistin.
Rojhilat Aksoyê diyar kir ku festîval di parastina bîra çandî de roleke girîng dilîze û got: "Bîra kesane bi rêya fîlm an afirandina hunerî vediguhere bîra çandî. FilmAmed dihêle ku ev berhem bigihîjin temaşevanan. Bi vê yekê, ew dibe qadeke girîng ku tê de fîlmçêkerên muxalif dikarin xwe îfade bikin. Ev hem ji bo temaşevanên ku em digihîjin wan û hem jî ji bo fîlmçêkerên ku beşdarî festîvalê dibin pir girîng e."
Rojhilat Aksoyê destnîşan kir ku bîra civakî di sînemaya Kurdî û berhemên belgefîlman de roleke diyarker dilîze û bal kişand ser ka festîval çawa hewlên takekesî vediguherînin têkoşîneke kolektîf ji bo bîrê. Rojhilat Aksoyê got: "Têkoşîna takekesî ya ku ji hêla hunermend ve tê meşandin, ji lêgerîna rastiyê bigire heya xuyangkirina wê rastiyê, misogerkirina mayîndetiya wê û pêşîgirtina li jibîrkirina wê bi rêya festîvalan dibe hewldaneke civakî. Fîlmçêkerên ku di van festîvalan de dicivin ji bo hilberîn û nîqaşê li ser ziman, çand, pirsgirêkên civakî û binpêkirinên mafan zemîneke hevpar ava dikin. FilmAmed vê pira bîranînê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê ava dike."
Rojhilat Aksoyê destnîşan kir ku FilmAmed yek ji wan çend festîvalan e li kêleka festîvalên belgefîlman ên li Rojavayê tên lidarxistin ku bi salan hebûna xwe domandiye û got: "Em dibînin ku FilmAmed bi beşdariya çar perçeyên Kurdistan, Tirkiye û civaka navneteweyî mîsyona veguherandina bîra kesane bo bîra kolektîf pêk tîne."
Rojhilat Aksoyê destnîşan kir ku dirûşmeya festîvalê ji helbestên helbestvan Goran Haco îlhamê digire û got ku ev dirûşme sembola têkoşîna demdirêj a ji bo hebûnê ye. Rojhilat Aksoyê wiha domand: "Hebûna li vir, tê wateya parastina dara gûzê; tê wateya mezinbûn û şînbûna li vir. Em ji bo domandina hebûna saziyên xwe têdikoşin. Me bi hev re bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Çawa ku mirov li ser dara gûzê disekine, em jî li ser saziyên xwe disekinin. Me ev dirûşme hilbijart, bi hesta gihîştina festîvala 10'an. Ev helbest, ji bo gelek hunermend û kesên ku di têkoşînê de bûne îlham. Ew behsa mezinbûn, pêşkeftin û ji nû ve avakirinê dikin. Ew her weha îradeya ji bo demokratîkbûnê û biryardariya domandina hebûna me, nemaze di nav nîqaşên berdewam ên li ser aştî û civaka demokratîk de, diyar dikin. Ji ber vê sedemê, ev dirûşme ji bo me xwedî wateyeke kûr e.
SERLÊDAN DÊ DI 20'Ê TÎRMEHÊ DE BI DAWÎ BIBIN
Serlêdanên fîlm û projeyan ji bo festîvalê bi rêya FilmAmed.org tên qebûlkirin. Serlêdan di 12'ê Hezîranê de dest pê kirine û dê di 20'ê Tîrmehê de bi dawî bibin. Piştgiriya teknîkî û hilberînê dê ji sê projeyan re were peydakirin û xelatên tematîk ên curbicur dê ji fîlman re werin dayîn. Bernameya festîvalê bi panel, semîner û atolyeyan hatiye dewlemendkirin. Bernameya me ya salvegera 10'emîn dê pir berfireh be. Em dixwazin vê heyecanê bi derhênerên ciwan, hezkiriyên sînemayê û raya giştî re parve bikin. Em hemû hezkiriyên sînemayê yên ciwan bi taybetî yên li Amed û navçeyên derdorê vedixwînin ku bi hev re festîvala me pîroz bikin."