SEMSÛR - Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye û par 230 hezar geştiyaran serdana wê kiribû, bi heybeta xwe li benda ziyaretvanên xwe ye.
Çiyayê Nemrûdê ku li ser sînorê navçeya Kolik a Semsûrê ye û di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire, her sal mazuvaniya sed hezaran geştiyaran dike. Li gorî daneyên Miduriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr a Semsûrê, par jê 25 hezar biyanî, bi giştî 230 hezar geştiyarî serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye. Piranîya geştiyarên biyanî ji Japonya, Koreya Başûr, ji Almanya, Fransa, Îtalya û Îspanyayê hatine. Di 5 salên dawî de 686 hezar û 257 geştiyarî serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye ku tê de sala herî kêm, sala 2023’yan bû ku tê de erdhej çêbûbû. Di sala erdhejê de tenê 45 hezar kesan serdana Nemrûdê kir.
ŞOPÊN DÎROAKA 2 HEZAR SALÎ
Li gorî mîtolojiya Kurdî, avahiyên li ser Çiyayê Nemrûdê ku navê xwe ji qralê bi xedariya xwe navdar Nemrûd wergirtiye û di sedsala 1’emîn a Berî Zayînê (B.Z.) de ji aliyê Qralê Komageneyê Antiochusê 1’emîn ve hatine çêkirin. Li lûtkeya Çiyayê Nemrûdê, girê kevirî yê ku mirov çêkiriye (Tumulus) û bilindahiya wê 50 metre, beraya wê jî 150 metre ye, gora veşartî ya Qral Antiochus di nav xwe de dihewîne. Li aliyên rojhilat, rojava û bakurê Tumulusa li lûtkeya çiyê, 3 terasên ku pîroz têne qebûlkirin hene. Li van terasan peykerên ku ji kevirên kilsî hatine çêkirin û mezinahiya wan nêzî 8-10 metreyan e hene. Ev peyker wekî peykerên Qral Antiochus û xwedawendên Yewnanî û Persî têne qebûlkirin. Li gel van, peykerê şêr ku hêza li ser rûyê erdê temsîl dike û peykerê teyrê baz ku hêza li ezmên temsîl dike, li aliyê rast û çepê cih digirin da ku gora xwedawendan bipirêzin.

Di serdema antîk de, li terasa rojhilat îbadeta hilatina rojê û li terasa rojava jî îbadeta rojava dihat kirin. Îro jî ziyaretvanên ku eleqeyeke mezin nîşan didin, li van terasan li hilatin û hingora rojê temaşe dikin.
Ji ber bilindahiya herêmê û avhewaya wê ya dijwar di mehên zivistanê de veguhestin nîn e, ji ber vê yekê ji bo geştiyaran serdanên li Çiyayê Nemrûdê di meha Nîsanê de dest pê dikin û heta meha Mijdarê berdewam dikin.
MA / Omer Akin