WAN- Koma Berxwedan bi ragihandina jinûve damezrandina xwe, armanc dike ku ruhê rêxistinkirî û berxwedêr ê hunerê vejîne. Hunermend Seyîdxan diyar kir ku ew ê li dijî hunera serdemê bibin navendeke hûnerî ya kolektif û got: "Koma Berxwedan, dê wekî saziyek ji bo hunermendan û navendek ji bo hilberîna hunerî xebata xwe bidomîne."
Koma Berxwedan ku di destpêka salên 1980'yî de hat damezrandin û piştî gelek salan di 4'ê Nîsanê de ji nû ve damezrandina xwe ragihand ne tenê wekî vegera komeke muzîkê bo ser dikê ye, di heman demê de wekî xurtkirina kevneşopiya hilberîna kolektîf û têgihîştina rêxistinî ya komunal di hunera Kurdî de jî tê dîtin. Di komê de hûnermendên navdar ê weke Seyîdxan, Xelîl Xemgîn, Hozan Şemdîn, Hozan Aydin, Gulistan Musa û Kawa tê de cih digirin. Koma Berxwedan ku di bîra çandî ya tevgera azadiya Kurd de cihekî girîng digire, bi salan e hunerê wekî beşek berxwedana civakî, têkoşîna ji bo nasnameyê û çanda jiyana hevbeş tê dîtin. Di vî warî de, ji nû ve rêxistinkirina komê weke peyamek bihêz li ser ji nû ve avakirina hunerê li ser bingeha komunan tê dîtin, ku ji hilberîna hunerî ya takekesî wêdetir ve diçe.
Ji nû ve avakirina Koma Berxwedan wekî nîşanek hemdem a vê têgihîştinê derdikeve pêş û careke din girêdana di navbera lêkolînên çandî û rêxistina civakî nîşan dide. Hûnermend û dengbê Seyîdxan der barê pêvajoya darizandina komê û rola hemdem a komunên hunerî bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
DAMIZIRANDINA KOMA BERXWEDAN
Seyîdxan destnîşan kir ku Koma Berxwedan ne tenê divê bibe komeke muzîkê, lê di heman demê de divê bibe saziyeke ku hunermendan perwerde dike û têkoşîna çandî dike be. Seyîdxan wiha got: "Rast e ev demeke dirêj e ku Koma Berxwedan ji performansa xwe ya berhemdar û rêxistinbûyî qut bûye. Îro, tevî ku hijmareke mezin a hunermendan pê re ne jî wekî salên 80´yî û 90´î nîne. Jê dihate xwestin ku weke saziyek hunerê xwe ava bike, deriyê perwerdehiya hunerê ji nifşan re veke, û bi xebatên xwe, tekoşîna hunerê bi pêş bixe. Mixabin li gel hewildanên sererastkirin û bihêzkirina komê jî, komê di van xisûsan de ew rol û misyona xwe bi cih neanî. Ji bo ku Koma Berxwedan di pêvajoyên li pêşiya me de bi rola xwe ya afirîner û berxwedêr rabe, bi erkeke dîrokî re rû be rû ye. Her endamekî komê di vê bîr û baweriyê de ye ku careke din bi ruh û kelecana damezirandinê, ji niha û pê ve jî erka xwe ya pêşeng bi cih bîne.
Heger îro di qada çand û hunerê de qala destketiyan tê kirin, pêwîst e rol û keda Koma Berxwedan ji nêz ve bê dîtin.Koma Berxwedan, di mercên herî kêmderfet de bi wê feyza ku ji tekoşîna azadiyê girtibû, erka avaker ya meydana çand û hunerê girte ser milê xwe. Di encama hewildanên bi rêk û pêk de bi sedan keç û xort teşwîkî xebatên hunerê kiriye."
ROLA KOMA BERXWEDAN
Hunermend Seyîdxan destnîşan kir ku bi ji nû ve avakirina Koma Berxwedan re, divê ew careke din mîsyona xwe ya dîrokî bigire ser xwe û bal kişand ser zanîn û berpirsiyariya ku komê ji rabirdûyê mîras girtiye û wiha domand: "Erka bingehîn a komê çi qasî pêşxistin a huner û çand be jî, ew ewqasî beşek ji têkoşîna li dijî qirrkirina çandî û hunerê ya desthilatdaran bû. Ji ber wê jî komê girîngî dida û îro jî dide. Bi xebat û helwesta xwe li dijî farasetên neyînî yên wek populîzma bê pîvan,dejenekirina nirxên hunerî, postmodernîzm, jiyana modernîteya kapîtalîst, fikrên huner ji bo hunerê ye, siyaset û huner ji hev cuda ne, ferdiyetî û nêzîkatiyên bê armanc û berjewendîparêz tekosîn kiriye. û wekî din.Niha heger li rewşa asta xizmeta ji hunera Kurdî re bê pirsîn, helbet rewşa Kurdan ne wek rewsa 40 sal beriya niha ye, tekoşîna wan jî ne di asta tekoşîna beriya bi 40 salan de ye. Daxwaz û xwestekên Kurdan jî ji yên salên bihurî xurttir in. Ji ber vê jî, bi giştî qada hunerê ya bi pirsgirêk ji van bipêşketinan re ne bûye bersiv, ne jî di asta wê de ye. Ya din jî ji bo civakê, meydana çand û hunerê meydana zanist, raman, bîrdozî, perwerdê û nûjeniyê ye. Bê van têgînên sereke, ne mumkine ku warê çand û hunerê bê birêxistinkirin."
BERPIRSYARIYA DÎROKÎ
Seyîdxan diyar kir ku Koma Berxwedan ne tenê rêxistinek e ku çand û hunerê pêş dixe, lê di heman demê de xeta li dijî polîtîkayên tunekirina çand û hunerê yên hêzên serdest ava dike. Wî destnîşan kir ku komê ev xet ji demên berê heta niha parastiye û got: "Ji bo ku koma Berxwedan,xwe ji kurt û kêmasiyên rabirdu ên jiya sererast bike,tevî endamên damezrîner careke din komê,li hev civiyan û rewşa heyî ya kunermend,stran û muzîka kurd bi baldarî nirxandin.Di heman demê de,piştî ku rewşa komê di serdema pêş de baldarî hate nîqaş kirın,bi armanca ku Koma Berxwedan bigihînin cihê wê rast,bibin dengê gelê me û tekoşîna wan û erkên ku me li pey xwe hiştine bi helwestek hunerî û hewldanek berhemdar a ku hêjayî ruhê damezrandina wê ya orjînal e,bicîh bînin,me biryar da ku Koma Berxwedan ji nû ve li cihê wê rast ava bikin.Em endamên komê bibiryarin,emê pêvajoyên pêşiya mede rola xwe ya afirîner û berxwedêr bîne cî û bi erkik dîrokî ji civaka gelê xwe re bibin bersiv.Berîya her tiştî pêwiste muzîkjên û stranbêjên ciwan di vê serdema jiyana modernîteya kapîtalîst de ji huner û muzîka ku ji aliyê endûstriyalîzmê ve tê afirandin, hayadar bin. Ne hesidin dengê amûra serdest ya ku pêşî li kedê dibire. Pêwîste ku cudatiya di navbera dîjîtalîzmê û hunera civakî de baş nas bike û xwe durî piyaseya dejenerekirinê bike. "
'DIJÎTALÎZM LI SER BINGEHA TEKNIKÎ DISEKINE'
Hunermend Seyîdxan bi lêv kir ku muzîkjen û hunermendên ciwan hewce ne ku şert û mercên serdema ku tê de ne bi awayekî rast şîrove bikin û bal kişand ser girîngiya helwesteke hişmend li dijî bandorên modernîteya kapîtalîst û çanda pîşesaziyê li ser hunerê. Seyîdxan, "Cudahiya bingehîn di navbera Dîjîtalîzm û hunera civakî de û di balkişandinên wan ên têkildar de ye. Dîjîtalîzim,li ser bingeha teknîkê û medyaya hilberînê disekine.Ji hest,kedê wêdetir,bi dengên mekanîk tê dengdayîn, ango ji rastiyê dure.Di be ku berhemên vê dîjîtalîzmê ji hin derdoran re cazîp werê.Lê di heqîqetê da ne wisaye.Dijîtalîzim bi amûrên teknolojîk ve tê şekilkirin û amûrê xerckirinê ye. Lê huner û muzîka xwezayî li ser fonksiyon û mîsyona civakî disekine. Û pêvajoyek kolektîf e ku mirovan tîne cem hev.Huner û muzîka ku bi ked û ramana însan tê afirandin û ji jiyana civakî re,huner guhertinê katalîze dike.Ew empatiyê hêsan dike,ramana rexnegir teŞwîq dike û zimanek civakî û gerdunî ava dike ku pirek çandên cihêreng çêdike.Wekî din,bi parastina bîr û nasnameya civakî,ew girêdanên nifşan xurt dike.Di heman demê de hunera civakî ku berhema mirovê,ew mirovan teswîq dike ku rewşa heyî bipirsin û perspektîfên cûda bi dest bixin.Hunermendên ku felsefeya, 'huner ji bo civakê' dipejirîne, hunerê diafirînin da ku hewcedarî û hêviyên civakê çareser bikin.Ew hunermend bawer dikin ku armanca hunerê ji tenê îfadekirina hest,raman û ramanên mirovan wêdetir diçe;berevajî wê,ew armanca wekî perverdekirina civakê,anîna guhertinê,an jî ragihandina peyamek taybetî dibînin."
SAZIYA HÛNERMENDÊN KURD
Seyîdxan da zanîn ku Koma Berxwedan saziyeke girîng a çandî û hunerî ye ku di nav têkoşîna gelê Kurd de ji dayik bûye. Seyîdxan, "Ji gotinên gelerî tê gotin ku, 'Sînorê temen çiqas be jî eger xwestek ligel mirov hebe mirov dikare bike'qadire hilberinê bike û armanca xwe bibe serî. Belê temenê her yek ji me endamên kom ê mezine,lê hestême,ramana me û baweriya me ciwane.Ji ber wê sedemê helwesta ji nû ve avakirina Koma Berxwedan bi me hemû endaman re kelecanek mezin çêkir. Xala herî girîng jî ya ku em ber bi ji nû ve avakirinê anîn, Koma Berxwedan ku destkeftiyek ji ya tekoşîna gelê kurde.Di heman demê de ew berhem û saziya ku bingeha wê şehîd Sefkan,şehîd Mizgîn û şehîd Çiya danîn û bi sedan hunermend mezinkirin û xwedî li wan derket û heya îro anîn.Emaneteke li cem me.Ne pêkane ye ku em li hemberî van nirxên giran bûha bê deng bê helwest bisekinin.Ev ê rastiyê em motîve kirin. Koma Berxwedan ji niha û bi şunde jî wê wekî saziya hunermendan û navenda afirandina berhemên hunerî tevbigere û wê li ser bingeha serdema avakar nirxên çand û hunerê bi parêze,li hember hemû nêrîn û nêzîkatiyên şaş û berîvajîkirina hunerê û berhemen hunerî xwedî helwest be û wê têbikoşe."
MA / Zeynep Dûrgût