Li Kadikoyê ji bo statuya zimanê Kurdî bang hate kirin

Parve bike:

STENBOL - Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kadikoyê şahî hat lidarxistin û di şahiyê de daxwaza statuya zimanê Kurdî hate kirin. 

 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Dibistana Ma Musicê ya Egîdê Cimo, Komeleya Lêkolînên Kurdî û Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Parka Yogurtçu ya navçeya Kadikoy a Stenbolê şahî li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”, “Zimanên biyanî çek ê kincên me ne, lê zimanê Kurdî çermê laşê me ye” û “Statuya Kurdî perwerdeya Kurdî” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
 
Şahî, bi çalakiya bi muzîk û dansê ya MKM’ê ji bo zarokan amade kiribû dest pê kir. Di çalakiyê de zarokan stranên Kurdî gotin û kêliyên bi coş jiyan. 
 
‘LI DIJÎ BIŞAFTINÊ EM BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN’ 
 
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê di şahiyê de got ku lêkolînên têkildarî zimanê Kurdî gelek pêwîst in û ev tişt anî ziman: “Me Kurdî bi perwerdeyan li ser pêyan girt û dê ev xebat bidome. Li dijî polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdî em ê bi zimanê xwe biaxivin. Ev roj li me tevan pîroz be.” 
 
DAXWAZA STATUYA KURDÎ
 
Xebatkara MKM’ê Kenya Korkmazê jî anî ziman ku ji bo Kurdî di qada civakî de jiyanî bibe divê xwedî statur be û got: “Hewceye Kurdî di her qadê de bi azad bê bikaranîn. Ziman ne tenê amûra têkilîdanînê ye; her wiha bîr, nêrîna jiyanê, dîrok, hest û dengê gelekî ye. Bi statuya Kurdî re dê Kurdî bêhtir xuyanî bike. Divê ev ziman bi fermî were naskirin. Lewma parastina ziman ne tenê meseleya çandê ye. Her wiha xwedîderketina li yekitî, edalet û bîranînên civakê ye.” 
 
 
Piştî axaftinan, koma zarokan a Koma Gulên Mezrabotanê derket ser dikê û stran got. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand û piştre jî koma erbaneyê Koma Amargî derket ser dikê. 
 
Di dawiya şahiyê de jî hunemend Ayfer Duzdaş, Umut Gunduz û Lawîn derketin ser dikê. 
 
Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.