Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hate vekirin

Parve bike:
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hate vekirin.
 
Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîna û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ku dê perwerdeya zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hate vekirin. Hevserokên komeleyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevli bernameya derîvekirinê bûn.
Mehmet Zahar Olur di bernameyê de axivî û ji bo têkoşîna li dijî bişaftinê bag kir û ev tişt got: “Mirovên nikaribin bi zimanê xwe şînâ xwe bikin û xeyal bikin di tariyê de dimînin. Bişaftinê pireya di navbera me û pêşiyên me qut kir, niha em ê bi ji nû ve wê pireyê ava bikin.” 
 
Hevseroka komeleyê Pervîn Arîs jî bal kişand ser giringiya ziman û wiha axivî: “Ev der cihê hemû zimanê asimîlebûyî ye. Gelek mamosteyên me hene. Ji em xwe bighînin her kesê em li bende piştgiriyê ne.”
 
Piştî axaftinan, komele bi tilîlî û çepikan ve hate vekirin.
 
Bername piştî gerandina govendê bi dawî bû.