Li Amedê pêşangeha 'Aştî û Azadiya Civakî'

Parve bike:

AMED - Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de "Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî" hate vekirin.

 
Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed ve tê lidarxistin, Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî hat vekirin. Pêşangeh li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin û beşdarên ku ji bo forûmê hatibûn Amedê û gelek welatî beşdarî pêşangehê bûn. Neşe Toprak û Ercan Altuntaş ku di koordînasyonê de beşdar bûn, der barê pêşangehê de agahî dan û diyar kirin ku hunermendan bi berhemên xwe pirsgirêkên welêt anîne zimên. Hunermendan her wiha der barê berhemên xwe de agahî bi mêvanan re parve kirin. jiyana hevbeş 
 
Di pêşangehê de wêne, vîdeoyên enstalasyonî bîrê, çîrokên nîvcomayî û îhtimala jiyana hevbeş berbiçav dikin û bal dikişine ser hêza yekîtiyê ya hunerê.