Rêxistinên ciwanan ji bo hevgirtinê name ji ESP'iyan re şandin
ENQERE - Endamên rêxistinên ciwanan, ji bo hevgirtina bi ESP'iyan re name şandin.
Li Enqereyê endamên rêxistinên ciwanan, ji bo hevgrtina bi endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) re, name ji wan re şandin. Endamên rêxistinên ciwanan ku li ber PTT'ya Yenîşehîr kom bûn, piştî şandina nemayan daxuyanî dan. Di daxuyaniya li ber PTT'yê de, gelek caran dirûşme hatin berzkirin.
Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mert Ahmet Aldemîr ku li vir axivî, diyar kir ku girîngiya têkoşîna yekbûyî ya hevgirtina şoreşger bêtir berbiçav bûye û got: "Dewleta ku bo dosye û îdiayên pûç êrişî şoreşgeran dike, her diçe doza terorê zêde dike."