Ciwanên Kobanê: Em ê bi ruhê berxwedanê bi ser bikevin
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên bajarê Kobanê destnîşankirin ku ew ê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê, careke din bi ruhê berxwedana Kobanê bi ser bikevin.
Ciwanên bajarê Kobanê yê Kantona Firatê têkildarî êrişên li ser Rojavayê, bi taybetî yên li ser Kobanê, daxuyaniyek li Qada Jina Azad dan. Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto metna daxuyaniyê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em salvegera 11'emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz dikin. Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Divê em berxwedana xwe hîna xurtir bikin û êrişên dijmin vala derxin. Kobanê di nava dorpêçeke her giran de ye, dijmin ji her aliyan ve êrişî me dike. Divê em jî nekevin xefka derewên dijmin ên li ser malperan. Bila gelê me û ciwanên me ji hêza xwe û Rêveberiya xwe ya Xweser bawer bin û li pişta wan bin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê careke din dijmin û êrişên dijmin vala derxin, em ê bi ser bikevin. Divê ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bixin destê hev du, ji bo biratiya Kurdan û gelê xwe yê Kurd ji vê rewşê xilas bikin. Em wek ciwan, em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe xurtin bikin, li pişta şervanên xwe bin, em ê careke din bi rihê berxwedana Kobanê bi ser bikevin."